Li Zirganê piştî 6 salên êrîşên dagirkeriyê yekem dewreya mêran
Piştî 6 salan ji êrîşên hewayî û bejahî yên dagirkeriya Tirk ku bajarê Zirganê û binesaziya wê hedef girtin, bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan mêr yekem dewreyê dibînin.
SORGUL ŞÊXO
Zirgan – 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, bi çalakiyên cûr be cûr li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêşwazîkirin. Di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” Kongra Star li bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê, dewreyek sê rojan ji bo mêran vekirin û bi dawî kirin.
Roja sêyem, Rêvebera Kongra Star a bajarê Hesekê Xalîde Botê tundiya li ser jinan û cûreyên wê axivî.
Êrîş mezintirîn cûreyên tundiyê ne
Xalîde got ku gelek cûreyên tundiyê û sedemên wê hene ku taybet bandorê li jinan û bi giştî li civakê dike. Êrîşên ku bajarê Zirganê pêre rû bi rû ma, ji tundiyên herî mezin bûn ku dagirkeriya Tirk li ser gel û axê çend sal in dide meşandin. Koçberiya gelên resen cûreyek ji tundiya dagirkeriyê ku heta niha didome ye.
Tundiya li dijî jinan herêmî û navneteweyî ye
Revandina jinan, tundiya fîzkî, devkî û derûnî, destdirêjiya li ser wan û tecawîzkirin cûreyên tundiyê ne ku bi salên dirêj şopên kûr dihêle. Tundiya di şeran de li dijî jinan tê meşandin bi xwe tundiyek herêmî û navneteweyî ye, ku dewlet tundiyê li civakan dike.
Rêya ber bi malbata demokratîk û têgihiştina hevjiyana azad ve
Xalîde da zanîn ku tundiya hevjîn li ser hevjîna xwe dide meşandin, li ser zarokan bandor dike û bi wan re heta siberojê mezin dibe. Armanca me têkoşîna li dijî tundiyê ye da ku rê ji avakirina civakeke demorkatîk dûrî tundiya li ser jinan û civakê, were avakirin.
Ji lewra têkoşîna tê kirin gihiştina wekheviyê armancek wê ye, pêre jî hevjiyana azad dikare bêtir were têghiştin. Avakirina malbatek demokratîk dikare rê li ber hemû cûreyên tundiyê bigre.
Namûs ax e
Xalîde têgîna Namûs wiha bilêv kir û got ku ax namûs e. Ger dijmin axa me dagir bike û were dayik û hevjîn û xwûşkên me tecawiz bike, wê demê pêwîste em bihizirin ku em çawa namûs fêm dikin.
Mêrên ku beşdarî dewreyê bûn nêrînên xwe anîn ziman.
Mêr ê tundiyê li hevala xwe ya rê û jiyanê bike civak wî jibîr nake
Mûsa El-Nasir dibêje ku civak bi jin û mêr ên têghiştî ava dibe û ev bandor li jiyana zarokan dike. Bingeha demokrasiyê jiyana hevbeş e û tundî şaştiyek ku civak û mêr pê radibe ye. Mêr ê tundiyê li hevjîn û zarokên xwe dike civak wî jibîr nake û her bi çavê kesek tundûtûjiyê dike heta mirinê lê dinêre. Pêwîste mêr hişmendiya xwe biguhere ji ber jin hevala wî ya rê û jiyanê ye. Mûsa dibîne ku mêr ê alîkariya hevjîna xwe bike û haj wê hebe û wê biparêze ne şermek e.
Dîrar Silo jin wekî nîvê civakê bi nav dike û dibêje ku nîvê din jî perwerde dike. Ji ber jin dayik a zarokan mezin dike, xwişka ku dilovan e, keça ku kêfxweşiyê tîne û jina ku piştgirî dide. Li ser dewreyê jî Dîrar dibêje ku gelek girîng bû û di nav de cûreyên tundiyê û rêyên têkoşîna li dijî wê hatin ronîkirin.
Zayendperestiya li ser bingehê zayenda biyolojîk
Dîrar da xuyakirin ku zayendîperestî û cudakarî li ser bingeha zayenda biyolojîkî jî bandora xwe li ser civaka rojhilatî dike. Pêwîste ev hişmendî were guhertin, piştgiriya jinan were kirin û di warê aborî de jî jinan paşguh nekin. Heman demê têkiliyên di navbera jin û mêr de careke din werin pênasekirin.
Di navbera rejîma Baas û Rêveberiya Xweser de guhertinên şênber
Dîrar serdema rejîma Baas bibîr xist û got ku Yekîtiya Jinan a girêdayî rejîmê mejiyê dewletê yê baviksalar dida meşandin û ev yekîtî bi xwe balonekî vala bû. Guhertinên bi Rêveberiya Xweser re jî rû dan dîrokî ne û mînaka wê sîstema Hevserokatiyê ye. Me guhertinên şênber hîs kirin û dîtin.