Li Zanîngehên Efganistanê pirtûkên nivîskarên jin hate qedexekirin
Wezareta Perwerdehiya Bilind a hikûmeta Talîbanê, ji bo zanîngehên giştî û taybet re du fermanên nû şand. Di encama van biryaran de ji bo pirtûkên dersê û bernameyên dersê qedexe û sînordarkirinên nû hate anîn.

Navenda Nûçeyan – Polîtîkayên zextker û dijminatiyê jinê ya Talîbanê didome. Talîbanê, di du fermanên nû yên ji Wezareta Xwendina Bilind, zanîngehên dewletê û taybet re şand de, hînkirina pirtûkên jin û nivîskarên Îranî qedexe kir. Di heman demê de biryara derxistina 18 dersan a ji mufredayê û edexekirina 679 pirtûkên dersê yên zanîngehê girt. Her wiha hate diyar kirin ku wê 201 pirtûkên din jî bên nirxandin.
Ev biryar, mijarên wekî Makezagona Efganistanê, sosyolojiya jinan, rola jinan di têkiliyên giştî de û êrîşên zayendî ji dersan derbixe. Li gorî raporên hatine weşandin, Talîbanê bi armanca xurkirina serweriya îdeolojîk, pêkanînên mîna rakirina hinek dersan, qedexekirina pirtûkên zanîngehan û nivîsandina bernameyên dersan li gorî Şerîata Îslamê, pêktîne.
Ev biryar, di bin sernavê "Paqijkirina Bernameyên Dersê yên Zanîngehan ya li gorî Şerîeta Îslamî û Polîtîkayên Îslamî yên Îmaratî" de hate ragihandin.
18 ders ji bernameyê hatine derxistin
Alîkarê Zanistî yê Wezareta Perwerdehiya Bilind a Talîbanê Zia-ur-Rahman Aryubî, di nameya xwe ya ji zanîngehan re şand de, diyar kir ku rêveberiya berê heta niha jî hin dersan kontrol nekiriye û ev dersan "li dijî rêgezên Şerîetê û siyaseta rêveberiyê ne." Zia-ur-Rahman Aryubî, nameya xwe bi nasnavê "Şêx el-Hedîs" îmze kir û da zanîn ku piştî nirxandina ji aliyê "Alîm û pisporên olî" ve, 18 ders "li dijî Şerîet û siyaseta rêveberiyê" hatine dîtin û lewma ji bernameyê hatine derxistin.
Ji 680 pirtûkên dersê yên ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Talîbanê ve hatine qedexekirin, nêzî 140 pirtûk aydê nivîskarên jin e. Ev rêje jî nêzîkî ji sedî 20 temsîl dike. Her wiha, tê ragihandin ku 310 pirtûk jî aydê nivîskar û weşanxaneyên Îranî ne û di heman demê de nêzî 20 pirtûk jî ji aliyê nivîskarên Ereb û Rojavayî ve hatine nivîsandin.