Li Zanîngehên Îranê alozî: Biryarên disiplînê û îstifayên komî
Xwendekarên Zanîngeha “Terbiyet Muderês” û Peymangeha Genetîkê li dijî sînordarkirina azadiyên akademîk û zêdebûna atmosfera ewlehiyê rabûn ser piyan. Her wiha nûnerên karkeran wek bertek îstifa kirin.
Navenda Nûçeyan –Xwendekarên Zanîngeha “Terbiyêt Muderês” daxuyaniyek parvekirin û biryarên disiplînî û ewlehiyê yên li dijî xwendekaran şermezar kirin. Her wiha îstifaya komî ya endamên Meclîsa Karkeran a Peymangeha Neteweyî ya Endezyariya Genetîk û Biyoteknolojiyê û xwepêşandanên li dijî bicihbûna hêzên polîsan di nava kampusa vê navendê de, fikarên li ser berfirehbûna atmosfera ewlehiyê li zanîngehan zêde kirine.
Li dijî biryarên disiplînî û sînordarkirina azadiyên akademîk xwepêşandan
Komek ji xwendekarên Zanîngeha “Terbiyet Muderês” a Tehranê bi weşandina daxuyaniyekê, pêla nû ya biryarên disiplînî û ewlehiyê yên li dijî xwendekaran şermezar kirin û ew wek nîşaneya berdewamiya zextên li ser qada zanîngehê nirxandin.
Îmzekerên vê daxuyaniyê tekez kirin ku nêzîkatiyên disiplînî û ewlehiyê ne tenê li pêşiya daxwazên xwendekaran dibin asteng. Her wiha valahiya di navbera zanîngeh û saziyên biryarder de hîn kûrtir dike. Xwendekaran tekezkirina li ser mafê azadiya derbirînê, mafê xwepêşandanê û serxwebûna zanîngehê, daxwaza dawîanîna li nêzîkatiyên ewlehiyê yên li hemberî çalakiyên karkeran û li ser zêdebûna sînordarkirinên di hawirdorên zanîngehê de hişyarî dan.
Îstifaya komî ya Meclîsa Sendîkaya Karkeran
Tevî van xwepêşandanan, çar endamên Meclîsa Karkeran a Peymangeha Neteweyî ya Endezyariya Genetîk û Biyoteknolojiyê jî bi pêşkêşkirina nameyeke fermî bo serokê vê peymangehê, ji postên xwe îstifa kirin.
Di nameyê de endamên meclîsê ragihandin ku piştî mehek hewldan ji bo şopandina daxwazên xwendekaran û diyaloga bi berpirsan re, gihîştine wê encamê ku hîna tu îradeyek ji bo çareserkirina bibandor a pirsgirêkên xwendekaran tune ye. Îmzekerên nameyê tekez kirin ku guhnedana berpirsan a li hemberî daxwazên xwendekaran, bûye sedema zêdebûna nerazîbûnê di nav xwendekaran de û kêmbûna baweriyê bi Meclîsa Sendîkaya Karkeran. Hindek xwendekaran daxwaza guhertina endamên vê encûmenê kirine. Endamên îstifakirî ragihandin ku berdewamkirina çalakiyan di şert û mercên wiha de ne di berjewendiya xwendekaran de ye û ne jî li gora rûmeta Meclîsa Sendîkayê ye. Ji ber vê yekê wan ji 20’ê Gulana 2026’an ve dawî li çalakiyên xwe anîn.
Zanîngeh di bin xetereya leşkerîkirinê de ye
Li gel van geşedanan, veguhastina beşek ji hêz û alavên qereqola polîsan a “Çîtger” bo nav kampusa peymangeha Neteweyî ya Endezyariya Genetîk û Biyoteknolojiyê, pêleke nû ya nerazîbûnê di nav xwendekar û akademîsyenan de derxist. Piştî ku avahiya qereqola polîsên Çîtger di rûdanên dawî de zirar dît, beşek ji hêz û alavên vê navendê bo yek ji avahiyên nav peymangehê de hat veguhastin. Avahiyek ku rasterast li gel xewgeha xwendekarên keç e. Xwendekar di wê baweriyê de ne ku ev biryar hawirdoreke perwerdehî û lêkolînê vediguherîne qadek ku ji bo armancên ewlehiyê tê bikar bînin û ji bilî afirandina hesta bêewlehiyê, zanîngehê di her şerekî leşkerî de dike armanceke potansiyel.
Zanîngeh ne cihê bicihbûna hêzên leşkerî ye
Di berteka vê pêngavê de, komek ji xwendekarên Peymangeha Neteweyî ya Endezyariya Genetîk û Biyoteknolojiyê bi weşandina nameyeke vekirî, bicihbûna hêzên polîs di kampusa Peymangehê de bi tundî şermezar kirin. Wan di vê nameyê de hişyarî dan ku hebûna hêzên ewlehiyê li nêzî xewgehên xwendekaran, herêma ewle ya zanîngehê ji nav dibe û hawîrdora perwerdehiyê vediguherîne derdoreke tije tirs, fikar û çavdêriya ewlehiyê.
Xwendekaran her wiha daxwaza derketina bilez a hêzên polîs ji kampusa enstîtuyê û vegerandina serxwebûn û ewlehiya hawirdorên zanîngehê kirin.
Zêdebûna fikarên li ser ewlehiya zanîngehan
Ev zincîra binpêkirinan, ji derçûna biryarên disiplînî û ewlehiyê bigre heta îstifaya nûnerên karkeran û bicihbûna hêzên ewlehiyê di navendên zanistî de, fikarên li ser zêdebûna destwerdanên ewlehiyê di zanîngehên Îranê de tundtir kirine. Çalakvanên xwendekar û çavdêrên akademîk di wê baweriyê de ne ku berdewamiya vê meylê ne tenê dê astengiyên zêdetir li pêşiya çalakiyên çînî û zanistî derxîne, dê bandoreke hîn xerabtir li ser serxwebûna zanîngehan û hesta ewlehiya xwendekaran jî bike.