Li Zahedanê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
Li bajarê Zahedan ê Îranê, di xwepêşandanên ku di van du rojên dawî de didome, di nav de jin, zarok û xwendekar, zêdetirî 200 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi bikaranîna tundiyê hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Li bajarê Zahedan ê girêdayî eyaleta Sistan û Belucistan a Îranê, xwepêşandanên ku di du rojên dawî de didome, di encama mudaxeleya tund a yekîneyên ewlehiyê, di nav de jin, zarok û xwendekar, zêdeyî 200 kesan hatin binçavkirin. Piraniya kesên hatine binçavkirin ji welatiyên Beluc pêktên. Çavkaniyên mafê mirovan, diyar kir ku binçavkirin bi bikaranîna tundiyê pêkhat, kesên hatine binçavkirin rastî nêzîkatiyên xirab tên û malbat ji kes û karên xwe ti agahî bi dest nexistine.
Rêxistinên mafê mirovan, diyar kir ku hinek ji kesên hatine binçavkirin hatin berdan, da zanîn ku rastî nêzîkatiyên xirab hatine. Welatiyên ku di hucreyên qerebalix de tên girtin gefê lê hatine xwarin û rastî tundiyê hatine. Beşek girîng a kesên hatine binçavkirin ji jinan pêktê.
Li Zahedanê, malbat bi nasname û wêneyên zarokên xwe li ber saziya darazê kom bûn û li zarokên xwe digerin. Lê belê derbarê ên hatine binçvakirin, hê daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Hate diyarkirin ku tevî înterneta herêmê hatiye qutkitin, çavkaniyên mafê mirovan ji bo tesbîta kesên din ên hatine binçavkirin û rewşa wan xebatên xwe didomînin.
Di rojên dawî de, welatiyên Beluc, li bajarên Zahedan, Seravan û Îranşehrê, beşdarî xwepêşandanên seransî welat dibin û dadikevin qadan. Li gorî raporan, li van bajaran hejmarek zêde ya xwepêşanderan hatine binçavkirin, lê belê derbarê nasname û rewşa wan de ti agahî nehatine bi destxistin.