Li Yezdê welatiya Baheyî Yasmîn Rahmardeh hate girtin
Li Yezdê welatiya Baheyî Yasmîn Rehmardeh, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û piştî birin girtîgehê, ji bo cihekî nediyar ve hate veguhestin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora mafên mirovan, welatiya Baheyî Yasmîn Rahmardeh, ya 36 salî û dayîka du zarokan, di 21’ê Adarê de li bajarê Yezdê ji aliyê hêzên girêdayî Komara Îslamî ya Îranê ve hate binçavkirin.
Hate diyarkirin ku piştî hate girtin, ew sewqî beşa karantînayê ya beşa jinan a Girtîgeha Yezdê hate kirin.
Lê belê, li gorî raporê, Yasmîn Rahmardeh di 23’ê Adarê ji Girtîgeha Yezdê ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin û heta niha derbarê cih û rewşa wê de ti agahî nehatiye parvekirin.