Li Yemenê zêdetirî 90 rojnamevan hatin qetilkirin
Rêxistina Neteweyî ya Rojnamevanên Yemenê “Sada” ragihand ku di nav 12 salên şer de zêdetirî 90 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine qetilkirin û diyar kir ku Yemen ji bo rojnamevanan bûye yek ji herêmên herî bixeter ên cîhanê.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Neteweyî ya Rojnamevanên Yemenî “Sada”, ragihand ku ji destpêka şer û pevçûnan ve ku ev nêzî 12 sal in berdewam dike, li Yemenê zêdetirî 90 rojnamevan û xebatkarên ragihandinê hatine qetilkirin.
Ev daxuyaniya rêxistina sivîl piştî çalakiyeke protestoyî ya li bajarê Marîbê hat dayîn. Di çalakiyê de bi dehan rojnamevan û aktîvîst amade bûn û binpêkirinên li dijî azadiya ragihandinê ya li welat şermezar kirin.
Çalakgeran wêneyên rojnamevanên hatine qetilkirin rakirin
Çalakvanan di çalakiyê de wêneyên rojnamevanên hatine qetilkirin rakirin. Di nav wan de wêneyê nûçegîhanê kanala “Al-Arabiya” ya Siûdî Mihemed Eyde jî hebû. Mihemed Eyde, di encama teqîna bombeyeke pêvekirî ku wesayîta wî li bajarê Mukella yê parêzgeha Hadramûtê kiribû armanc, jiyana xwe ji dest dabû.
Rêxistinê diyar kir ku ew “bi fikareke mezin zêdebûna sûcên kuştin û sûîkastên li dijî rojnamevan û xebatkarên medyayê yên li Yemenê dişopînin” û destnîşan kir ku ev kiryar binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navdewletî ya mirovî û peymanên navdewletî yên mafên mirovan e.
Di du salên dawî de bîlanco girantir bû
Saziyê her wiha da zanîn ku ji destpêka şerê Yemenê ve wan zêdetirî 90 dozên qetilkirina rojnamevanan tomar kirine. Ji van kiryaran 32 jê di sala 2025’an de û 2 jê jî di nîvê yekem ê sala 2026’an de pêk hatine.
Rêxistinê bal kişand ser ku ev bîlancoya bixwîn nîşan dide ku aliyên şer dixwazin sansûreke tam li ser medyayê ferz bikin û çanda bêcezakirinê mayînde bikin. Her wiha di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ev rewş bûye sedema tinekirina ragihandina serbixwe û Yemen weke yek ji herêmên herî bixeter ji bo rojnamevanan li seranserî cîhanê tê pênasekirin.
Banga lêpirsîna navdewletî hat kirin
Di dawiya daxuyaniyê de, rêxistinê daxwaz kir ku derbarê qetilkirina rojnamevanan de lêpirsînên navdewletî û herêmî yên lezgîn, zelal û serbixwe werin destpêkirin û berpirsyarên van sûcan li pêşberî edaletê werin darizandin.