Li Yemenê zêdetirî 76 hezar kesî neçar man malên xwe biterikînin

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku ji ber gurbûna operasyonên leşkerî yên li Yemenê, zêdetirî 76 hezar kes ji cih û warên xwe bûn. Rêxistinê hişyarî da ku heke şer dewam bike dê ev hejmar zêdetir bibe û banga vekirina korîdorên ewle kir.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ragihand ku li Yemenê ji ber gurbûna operasyonên leşkerî yên bi taybetî li ser Peravên Rojava û li deverên başûrê Taizê, zêdetirê 76 hezar kes neçar mane malên xwe biterikînin.

Rêxistinê, di daxuyaniya xwe ya dawî de destnîşan kir ku daneyên herî dawî yên têkildarî koçberiyê ku bi hevkariya hevkaran hatine komkirin, nîşan didin ku leza koçberiyê bi awayekî berçav zêde bûye. Herwiha hate gotin ku ger şer û pevçûn zêdetir gur bibin, tê pêşbînîkirin ku ev hejmar di rojên pêş de hêj zêdetir bibe.

Taîzê 50 hezar kes ji cih û warên xwe bûn

Taîzê, bi koçberbûna nêzî 8 hezar û 300 malbatan ango 50 hezar kesan re bû herêma ku herî zêde bandor bû. Li Lahicê jî 2 hezar û 819 malbat ango nêzî 17 hezar kes û li Hodeidahê hezar û 374 malbat ango zêdetirî 8 hezar û 100 kes ji cih û warên xwe bûn. Her wiha Li Adenê jî 191 malbat ango zêdetirî hezar û 100 kes cih û warên xwe bûn.

Rêvebera Giştî ya Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) Amy Pope,  diyar kir rewşa malbatên ku ji ber şerê bi salan, gelek caran neçar mane koç bikin, her ku diçe xirabtir dibe û destnîşan kir ku hinek malbat neçar mane cara duyemîn an jî sêyemîn birevin û çavkaniyên wan bi dawî bûne. Amy Pope, da zanîn berfirehbûna şer rê li ber hewldanên mirovahî digire û nahêle ku alîkarî bigihîje kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Banga parastina sivîlan û karmendên alîkariyê

Rêxistinê, bang li aliyan kir ku ji bo gihandina alîkariyên mirovahî korîdorên ewle werin vekirin, sivîl û karmendên alîkariyê werin parastin. Qûtbûna ragihandin û veguhestinê ya ji ber pevçûnan, xwegihandina koçberan û diyarkirina pêdiviyên koçberan dijwar dibe.

Herçend tîmên alîkariyê belavkirina pêdiviyên bingehîn didomînin jî, hate destnîşankirin ku pêdiviyên mirovahî ji çavkaniyên heyî zêdetir in.

Hikûmeta Yemenê ya ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, di daxuyaniya xwe ya roja Înê de ragihand ku ji ber geşedanên leşkerî yên dawî, tenê di nava rojeke de li Taîze 823 û li Lahicê jî hezar û 575 bi giştî 2 hezar û 398 malbatên din neçar mane koç bikin.