Li Yemenê krîza ceyranê bûye ‘felekata mirovî’

Li Adenê, pirsgirêkên ku ji ber qutbûnên ceyranê ku 10 saetan derbas dike, girantir bûye. Ev rewş bû sedem ku gelek kes di çarçoveya protestoyên ku navê ‘Şoreşa Nivînan’ lê kiriye bişev li kolanan û di rêyan de razin. Xwepêşandan her ku diçe zêde dibin.

RANYA ABDULLAH

Yemen – Vê havînê li bajarê Adenê yê başûrê Yemenê, mal ji bo niştecihan teng bûne. Mirov ji ber qutbûnên demdirêj ên ceyranê nikarin di malên xwe de bimînin. Hejmarek zêde welatî bi diruşma ‘Şoreşa Nivînan’ daketin kolanan û ser rêyan, çalakiyên protestoyî li dar xistin. Jinên ku beşdarî xwepêşandanan bûne, diyar kirin ku krîza ceyranê li Adenê bûye karesatek mirovî. Daxwaza çareseriya mayînde ya ji bo pirsgirêka ceyranê û pêkanîna xizmetên bingehîn, hat kirin.

Qutbûna ceyranyê ku rojane 10 saetan derbas dike, gel kir nav çareseriyên dijwar. Gelek mêr, ji ber nebûna ceyranê ji malên ku gelek germ dibin direvin û şeva xwe li ser rêyan û kolanan derbas dikin û hewl didin kêmek hewa bistînin. Lê jin, di hindurê malên mîna firûn de asê mane.

Ev tabloya ku bi xwe bipêş ketiye û bi êş e, asta krîza ji ber qutbûna demdirêj a ceyranê radixe ber çavan. Dema ceyran hin rojan tenê du-sê saetan tê, germahiya zêde jiyanê dijwartir dike. Di vê pêvajoyê de barê herî mezin jin û dayîk hildigirin; ji ber ku ew neçar in li malên derfetê  sarbûn û hewaya têra wan tune de li zarok, pitik, extiyar û nexweşan binhêrin.

‘Qutbûn bûye krîza mirovî’

Îhsan Elî rewşa ku dijî, bi van gotinan anî ziman: “Vê havînê tengasiyên me pir zêde bûne. Mixabin malên me ku divê bibin cihên ku em lê bêhna xwe vedin, bûne firûn. Heta karên rojane û amadekirina xwarinê jî gelek zor bûye. Li kêleka tebaxê sekinîn, me hîn bêtir westandiye. Em tenê daxwza xizmeta bingehîn, ango ceyranê dikin. Ceyran mafekî bingehîn e, divê li her derê dinyayê hebe. Lê ji ber xemsarî, bêhesasiyet û nebûna berpirsyariya saziyên pêwendîdar, em hîn jî neçar in ji bo mafên xwe yên bingehîn têbikoşin.”

Daxwaza mafê bingehîn

Nûçegîhana televîzyonê Afrah Kaid diyar kir ku krîza ceyranê êdî ji pirsgirêkek xizmetê derketiye, bûye krîza mirovî ku gihaye asta felaketê û got: “Germahiya zêde ya îro tê jiyîn, bi taybetî bandor li ser welatên ku guherîna avhewayê lê hene girantir bûye, Aden jî yek ji bajarên ku herî zêde ji vê bandor dibe ye. Qutbûna ceyranê, êşa gel kûrtir dike.”

Afrah Kaid destnîşan kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên aboriyê, gel nikare bighê çavkaniyên enerjiya alternatîf û diyar kir ku saziyên peywendîdar divê bi lezgîn îçareseriyek ji bo vê pirsgirêkê bibînin. Afrah destnîşan kir ku krîz îsal pir girantir bûye û got ku çareseriyên alternatîf ji bo welatiyan di aliyê darayî de negihîştine, an jî ne gengaz bûne.

 

Xwepêşandan didomin

Hêrsa gel tenê bi xewa bişev a li kolanan sînordar nebû. Pirsgirêkên ku xwepêşander dijîn, bûye çalakiyên girseyî, li gelek navçeyên bajar çalakî tên li darxistin.

Xwepêşanderan rêyên sereke bi kevir û lastîkên erebeyan girtin, gelek hêzên ewlehiyê ji bo ku rêyan vekin û trafîkê sererast bikin, li herêmê hatin bicihkirin.

Daxwazên gel bi demê re berfireh bûn. Di nava van daxwazan de di serî de dîtina çareseriyên mayînde û dabînkirina sotemeniyê ji bo santralên ceyranyê cih digre. Her wiha daxwazên din ên berbiçav ên gihîştina ava vexwarinê ya paqij, başkirina xizmetên tenduristiyê û sivikkirina barê giran ê aborî li ser welatiyan in jî hene.

Xwepêşandanên berdewam û ‘Şoreşa Nivînan’ wekî nîşaneyek şert û mercên jiyanê yên zor ku gelê Adenê pê re rû bi rû dimînin tên dîtin. Ev çalakî berpirsyartiya saziyên pêwendîdar ku li cihê çareseriyên demkî û kêm, gavên mayînde û lezgîn ku mafê bingehîn ê welatiyan garantî bike bi bîr dixe.