Li Yemenê jin li ser rola rojnamegeran ji bo aştiyê nîqaş kirin

Li Yemenê ji bo aşitiyek mayînde bi pêşengiya jinên rojnameger konferansek bi dirûşmeya “Bi rêya medyayê ji bo aşitiyê, xurtkirina jinan” hat lidarxistin. Di konferansê de rola jinên rojnameger di aşitiyê de hat nîqaşkirin.

RANÎA ABDULLAH

Yemen – Duh li bajarê Taîzê ya Yemenê ji bo rola jinên rojnameger di pêvajoya aşitiyê de konferansa bi navê Yamaniyat bi dirûşmeya “Bi rêya medyayê ji bo aşitiyê, xurtkirina jinan” hat lidarxistin.

Konferansa ku bi dirûşmeya “Bi rêya medyayê ji bo aşitiyê xurtkirina jinan” hatiye organîzekirin, yekemîn konferans e ku tekezî li ser rola rojnamevanên jin di piştevaniya aştiyê de dike. Zêdetirî 100 rojnamevan, çalakvan û nûnerên civaka sivîl ji parêzgehên curbicur ên Yemenê tevlî bûn.

Rola jinan di aşitiyê de

Balyozxaneya Fransa ya Yemenê Catherine Corme Camoin di destpêka konferansê de axivî û kêfxweşiya xwe ji organîzekirina van çalakiyên ku tekezî li ser jinan û bihêzkirina wan di avakirina aştiyê de li Yemenê kir û diyar kir ku dewleta Fransa bi riya Ajansa AFDM piştgirî dide jinên Yemenê.

‘Divê em jinan ji bo projeyan bi hêz bikin’

Profesorê civaknasiyê li zanîngeha Taiz Dr. Dhîkra El-Eraqî  got ku "Pir girîng e ku jinan bi hêz bikin û wan teşwîq bikin ku di hemû projeyên ku wan bi hêz dikin de cîh bigrin û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Konferanse yek ji girîngtirîn konferansan tê dîtin ku alîkariya jinan dike ku gavên erênî ber bi aştiyê ve bavêje. Ji ber ku jin di hemû qonaxên jiyanê de hevparê sereke ne di avakirina aştiyê de û dema ku di medyayê de cih digirin rola wan du qat dibe. Hişyarkirina jinan, rola wan ya bingehîn di jiyanê de dengek e ku alîkariya ronîkirina civakê dike.”

‘Armanca Projeya Yamaniyat aşitiyek mayîn de ye’

Koordînasyona projeya Yamaniyatê Haîfa El-Adînî got: “Projeya Yamaniyat armanc dike ku jinan û rojnamevanên jin xurt bike, bal bikşîne jinên ku di pêvajoya aşitiyê de rola xwe dileyîzin û tekîliya di navbera rojnamegaran de xurti bike. Konferansa Yamaniyatê yekem konferans e ku piştî şerê 10 salan hatiye lidarxistin.”

Di dawiya konferansê de encamname hat xwendin. Di encamnameyê de  bang li hikûmeta Yemenê hat kirin ku li ser sozên xwe yên ji bo bihêzkirina jinan tev bigere û bi tevlîkirina jinan di pêvajoya aştiyê de bernameyên pratîkî derbixîne û wek ku di Konferansa Diyaloga Neteweyî de li hev hat kirin ku ji sedî 30 para jinan were veqetandin.

Her wiha di berdevamiya encamnameyê de bang li aliyên şer hat kirin  ku jinan di pevçûnên xwe de ji xeleka hedefgirtinên madî û manewî derbixînin, û bang li hemû rêxistinên herêmî û navneteweyî hat kirin ku destwerdanên ku dê ji bo bihêzkirina jinên Yemenî bibin alîkar, xurt bikin.