Li Yemenê ji ber hilweşîna xizmetên tenduristiyê mirina jinan zêde dibe
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber krîza mirovî ya kûr a li Yemenê herî zêde jin û zarokên keç zirarê dibînin. Li gorî rêxistinê, jin û zarokên keç ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê û zêdebûna mirina dayîkan bê parastin dimînin.
Navenda Nûçeyan – Salên şer, şert û mercên jiyanê yên li Yemenê her diçe xirabtir dibin. Ev yek herî zêde bandorê li ser jin û zarokên keçik dike. Li welatekî ku mekanîzmayên parastin û piştgiriyê qels in, jin her diçe bi xeterên tenduristî û civakî re rûbirû dimînin.
Jinên ducanî bi xeterên mezin re rûbirû ne
Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) hişyarî da ku krîza mirovî li Yemenê her diçe xirabtir dibe. Li Yemenê ku yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê dijî, ji 35 milyon nifûsa wê nêzî 22 milyon kes hewcedarên alîkariya mirovî ne. Jin û zarokên keç bi nîvê vê nifûsê ne û bêparastin in. Jinên ducanî bi taybetî bi xeterên tenduristiyê yên zêde re rûbirû ne.
UNFPA’yê bal kişand ku bêewlehiya xwarinê û kêmasiyên giran di xizmetên tenduristiyê yên bingehîn de li welat pirsgirêkên ku jinên ducanî pê re rûbirû dimînin, girantir dikin. Jin bi taybetî yên ku li deverên gundewarî dijîn û gihîştina wan a xizmetên tenduristiyê sînordar e, di dema ducanîbûn û zayînê de bi xeterên mezin re rûbirû dimînin. Xureka kêm hem tenduristiya dayîkan hem jî pitikan tehdît dike.
‘Rêjeya herî zêde ya mirina dayîkan li herêma Ereban e’
Li gorî daneyan, li Yemenê bi qasî 65 hezar jinên ducanî di dema ducanîbûn û zayînê ve hewceyên piştgiriya tenduristiyê ya lezgîn in. Her wiha rêjeya mirina dayîkan herî zêde li herêma Ereban e. Her roj, sê jin ji ber ducanîbûn û zayînê dimrin. Piranî ji wan ji ber sedemên ku pêşî dikare lê were girtin dimrin. Pispor hişyar dikin ku ger pergala tendirustiyê bi halê hilweşiyayî bimîne dê krîza mirovî berdewam bike.