Li Yemenê hilweşîna tenduristiyê gefê li dayîk û pitikan dixwe
Ji ber krîza mirovî û hilweşîna pergala tenduristiyê, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê li Yemenê li dijî zêdebûna mirina pitikan hişyarî da. Rêxistinê diyar kir ku kêmxwarinî û kêmasiya zêde ya xizmetên tenduristiyê rewşek bi xeter e.
Navenda Nûçeyan – Li Yemenê jin di bin siya şerên bi salan didomin de, di nava krîzeke cidî ya tenduristiyê ku gefê li jiyana rojane dixwe de, têkoşîna jiyanê dimeşînin. Nexweşxane û navendên tibê pirsgirêkên dermen û ekîpmanên tibî dijîn, xwegihandina xizmetên bingehîn ên tenduristiyê her roj zehmettir dibe.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, di rapora xwe ya roja 14’ê Mijdarê roja Înê weşand de, ragihand ku li Yemen mirina ji ber welidîna zû zêde dibe. Li gorî raporê, welat ji ber şerê didome û hilweşîna pergala tenduristiyê, li gorî cîhanê, di welidîna zarokên mirî de ji sedî 50’î zêde bûye.
Hejmar her diçe zêde dibe
Rêxistinê da zanîn ku kêmxwariniya di navbera jinên ducanî de ku her diçe xirab dibe, ji bo pitikên nû ji dayîk bûne, kêmaniyên mezin di xizmetên lênêrîna pispor de, sedema bingehîn a xeteriyên tenduristiyê ku zêde dibe ye. Di raporê de hat destnîşankirin ku di hejmara her diçe zêde dibe de, li nexweşxaneyan ji bo pitikên prematur lênêrîna pêwist a bingehîn a tibî jî tune ye.
Nebûna melzemeyan bandorê li xebatê dike
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ragihand ku li Yemenê ji ber nebûna saziyên teduristiyê, sotemeniyê, kêmaniya dermanan û ji bo rizgarkirina jiyana pitikên nû ji dayîk dibin, nebûna malzemeyên pêwist ên tibî di şertên zor de hewl dide xebatan bide meşandin. Ev rewş hem zextê li ser malbatê hem jî li ser tîmên tenduristiyê zêdetir dike.
Pêşxistina xizmetan girîng e
Rêxistinê îfade kir ku li Yemenê ji bo bihêzkirina xizmetên lênêrîna dayîk û pitikên nû ji dayîk bûne, ji bo beşên wan dive pêkanîna ekîpmanên bingehîn hebin û ji bo destekdayînê personelên tibî werin perwerdekirin. Pêşxistina van xizmetan, ji bo rizgarkirina bi hezaran dayîk û pitikan li qada ku krîza mirovî ya kûr dibe gelek girîng e.