Li Yemenê di sala 2025’an de 349 zarok mirin

Rêxistina Save the Children (Zarokan Rizgar Bikin), ragihand ku di sala 2025’an de li Yemenê 349 zarokan jiyana xwe ji dest dane gelek ji wan jî birîndar bûne û da zanîn ku ev hejmar li gorî sala 2024’an ji sedî 70 zêdetir e.

Navenda Nûçeyan – Şerê li Yemenê, bandorek giran li ser jiyana zarokan dike. Rêxistina Save the Childrenê (Zarokan Rizgar Bikin), ragihand ku di sala 2025’an de herî kêm 103 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 246 zarok jî birîndar bûne. Di sala 2024’an de jî 44 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 161 jî birîndar bûne. Beşekî mezin a zêdebûnê ji ber êrîşên hewayî pêk hatiye û di nava van bûyeran de bûyera herî mezin bombebarankirina malên nêzî dibistanek bû. Di encama vê êrîşê de 67 jê zarok 216 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Zarok ji gelek pêdiviyên bingehîn bêpar in

Rêxistinê, destnîşan kir ku gelek zarok ji ber tunebûna xizmetên tenduristiyê, rehabîlîtasyon û piştgiriya derûnî ya nebaş û bê ewle û alîkariya ku hewce ye nagirin.  Her wiha hat diyarkirin ku tundiya li dijî zarokan tenê bi xetên şer re sînordar nîn e, belavî mal, dibistan û nexweşxaneyan jî bûye.

Rêxistinê, bang li aliyên li Yemenê kir ku dijminahiyê kêm bikin û bikaranîna çekên teqemenî rawestînin. Her wiha hat destnîşankirin ku bicîhanîna qanûna mirovî dê pêşî li zirara li ser sivîlan bigre. Ji bexşkeran hat xwestin ku bernameyên alîkariya zarokan ji nû ve fînanse bikin û piştgiriyê bidin kampanyayên hişyariyê li ser xeterên teqemeniyan. Rêxistinê, diyar kir ku ev hewldan ji bo rizgarkirina jiyana zarokên ku bi taybetî li deverên şer dijîn, gelek girîng e.