Li Yemenê di 7’emîn Lûtkeya Jinan de rola jinan hat nîqaşkirin
7’emîn Lûtkeya Jinan ku bi dirûşmeya ‘Gavek ber bi zêdekirina rola jinan di aştiyê de’ li bajarê Adenê dest pê kiribû, weke platformeke diyalogê ku jinên Yemenê beşdarî navendên biryargirtinê û pêvajoyên aştiyê bibin, di roja dawî de didome.
HALA HASHIDÎ
Yemen – Li Yemenê 7’emîn Lûtkeya Jinan tê lidarxistin. Zêdetirî 200 jinên ji Yemenê, beşdarî Lûtkeya Jinan bûn. Cîgirê nûnerê Neteweyên Yekbûyî û balyozên Yekitiya Ewropa û Hollandayê jî amade bûn. Lûtkeya Jinan di roja dûyemîn û dawiyê de didome.
Di roja yekemîn a lûtkeyê de 5 rûniştin bi mijarên dosyaya siyasî, pêvajoya aştiyê, rola çavdêrî û îslahkirina parlamento û edaletê, parastina mafên jinan, binpêkirinên mafên mirovan, astên tundiya li ser jinan û yekbûna xizanî û wekheviyê, hatin lidarxistin.
‘Divê em bibin dilxwazên parastina aştiyê’
Seroka Weqfa Ewlehiya Mirovî ya Wojood Maha Awad anî ziman ku ev lûtke hewl dide jinan di pêvajoya aştiyê de weke aktoreke bingehîn entegre bike û di vê mijarê de serkeftinek îstisnayî temsîl dike. Maha Awad bal kişand ser bihêzkirina dengê civaka xwecihî û pêşxistina rola çêker a çalakiyên jinan û wiha got: “Di lûtkeya jinê de ji herdû zayendan jin, mêr û ciwan gelek kes beşdar bûn. Civak ji bo jin beşdarî pêvajoyên aştiyê yan jî di mijarên pêşxistina lihevkirina aştiyê bibin, her tim di nava hevgirtinê de ne. Ji ber ku ev pêwîstiyek e û armanca bingehîn a Lûtkeya Jinan, di çalakiyên kolektîv de piştevaniya tevgerên jinan dikin. Lûtkeya Jinan a ku ev 7’emîn e tê li darxistin, em dibînin ku ji rêxistinên civaka sivîl, civakî, siyasî, aborî, fugur, ewlehî, daraz û pisporên medyayê û aktorên bi bandor tê de hene. Ev cûdabûn ne tenê cûdabûna zayendê ye. Di heman demê de cûdahiya ku hemû herêmên Yemenê digre nava xwe, ji vê zêdetir cûdahiya erdnîgariyê diteyîsîne. Zehmetiya bingehîn, dûrxistina jinan a ji muzakereyên aştiyê ye. Ev dayîn û stendina agahiyan bêyî berjewendî, dibe sedema rawestandina hewldanên aştiyê. Ji ber vê divê em bibin dilxwazên parastina aştiyê. Ji ber ên ku ji rewşa şer û kaosê bandor dibin, bi giştî di civaka sivîl de jin in.”
‘Divê herkes bikeve ferqa rola xwe ya di aştiyê de’
Maha Awad derbarê rola rêxistinên jinan a di pêvajoya aştiyê de û wiha got: “Tiştê ku em lê digerin ev e û di heman demê de me serî hildaye. Lê belê em tenê weke banga ku me kiriye nanirxînin. Ji ber vê yekê, divê jin ji kêrhatiyên xwe bawer bikin, di pêvajoyên aştiyê de weke kilît bigrin dest, ji ber jin tenê ne weke hejmar be, ji bo aştiyê çalakiyan bikin. Divê derbarê avakirina aştiyê de ji fkirên wan sûd were girtin û di mijara derxistina holê de ji bo însyatîf bigrin, divê piştevaniya wê were kirin. Ji ber vê yekê, pêwîst e herkes bikeve ferqa rola xwe ya girîng a di avakirina aştiyê de. Ji ber ku ew parçeya herî bingehîn û bi bandor a vê pêvajoyê ne.”
‘Fikra jinê pêwîst e’
Endama Komîteya Koordînasyona Lûtkeya Jinê Ishraq Al-Maqtarî derbarê girîngiya lûtkeya jinê de wiha got: “Lûtkeya ku ev 7’emîn e li Aden tê lidarxistin, bi taybetî di qadên avakirina aştî, edalet û pêkanîna wekheviya hemwelatiyan û di hemû mijarên netewî de fikrê jinan pêwîst e. Lûtke îsal li sahê avakirina aştiyek mayînde û bi bandor ji bo hemû Yemenî û bi taybet di demên krîtîk de bi beşdariya jinên rola wan li ber çavan nehatî girtin, hatiye lidarxistin.”
Ishraq Al-Maqtarî destnîşan kir ku hewldanên ji bo ku jinan ji sîstema heyî dûr bixin û polîtîkayên beşdarkirinê jî di nav de, rastî zehmetiyên cidî tên û wiha berdewam kir: “Astengiyek din jî, ya xebatên jinan ên di rêxistinên civakî de kêmaniya darazê ye. Di nava lûtkeya femînîst û ji derve de bihêzkirina jinan, wê di zêdebûna piştevaniyê de sûdek mezin bide û bi riya hevkariya di navbera rêxistinên navnetewî de wê tundiya li dijî jinan kêmtir bibe.”
‘Ji bo hemû jinan bûye rol model’
Ishraq Al-Maqtari di çarçoveya pêngava çalakiyên 16 rojî yên ji bo pêşlîgêrtina tundiya li dijî jinê de bi boneya Roja Mafên Mirovan a Navnetewî peyamek da jinên Yemenê û got: “Ew mezin û bi hêz in, li cihana Ereban û hemû cîhanê ji bo jinan bûne rol model. Ji heqê gelek zehmetiyan derketine û ji ber vê yekê berdewamiya hewldanên wan ne tenê weke pêwîstiyek, di heman demê de li ser milê her kesî bûye erkek.”
‘Em li benda gihîştina hedefên xwe ne’
Balyoza Hollandayê Janet Sieben jî bal kişand ser girgiya lûtkeyê û got: “Yemen rastî gelek zoriyan tê. Ancax bi bihêzkirina jin û zarokan em ê bikarin ji heqê vê derkevin. Em li bendê ne ku sekeftinên şênber di berçav re derbaz bikin û bi dest bixin. Zehmetiyên heyî em ê salek din di lûtkeyê de binirxînin û sala were em bi çar çavan li benda gihandina hedefên xwe ne.”