Li Yemenê çalakiya jinan: Bila kesên hatine revandin werin berdan
Li gorî Komeleya Dayikên Kesên Hatine Revandin, li welat hejmara kesên hatine revandin gihîştiye hezar û 43’yan lê ji ber ku nikarin xwe bigihîjînin malbatên mexdûran, tê diyarkirin ku dibe ev hejmar zêdetir be.

RANÎA ABDULLAH
Yemen – Li bajarê Taîz ê başûr rojavayê Yemenê, ji aliyê Komeleya Dayikên Kesên Hatine Revandin ve 5’ê Tebaxê xwepêşandan hat lidarxistin. Xizmên kesên hatine revandin û windakirin, bal kişandin ser rewşa xizmên xwe û bang kirin ku dosyayên wan ji nû ve werin vekirin û serbest werin berdan.
Jinên ku tevlî çalakiyê bûn, diyar kirin ku hemû aliyên li Yemenê ji jiyana kesên hatine revandin û windakirin berpirsyar in. Komeleyê navê kesên ku heta niha di serî de Hûsî, hezar kesên ku ji aliyê vana liyan ve hatine revandin belge kir lê tê texmînkirin ku hejmara rast, ji ber kesên ku nehatine qeydkirin an jî bûyerên nehatine ragihandin, ev hejmar çend qat zêdetir e.
Seroka komeleyê Ummu Selam el-Hac, diyar kir ku hejmara kesên revandî yên komeleyê belge kirine hezar û 43 ye û got: “Ev hejmar tenê ya kesên ku em gihîştine malbatên wan, rewş hatiye teyîdkirin e lê ji ber ku gelek malbatên em negihîştine wan hene, dibe ku hejmar zêdetir be.
Dosyaya kesên hatine revandin û windakirin tê îhmalkirin
Di daxuyaniya dema çalakiya protestoyî de bal hat kişandin ku dosyaya têkildarî kesên hatine revandin û bi zorê hatine windakirin de, tevî êşên giran ên bi salan e didomin jî tê îhmalkirin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û nûnerê taybet ê Yemenê hat kirin k udi vê mijarê de helwesteke bi biryar nîşan bidin û zextê bikin ku hemû kesên hatine revandin bê şert û merc serbest werin berdan.
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku hinek kesên hatine revandin û li Girtîgeha Navendî ya Sanê dimînin, giliyê jinavçûn û gumana kolerayê kirine lê tu xizmeta tendirustiyê nayê dayîn.
Ji deh salan zêdetir e mirov di girtîgehan de ne
Di dema xwepêşandanê de Ummu Selam el-Hac, ragihand ku komeleyê dest bi kampanyayeke nû ya bi navê "Kesên hatine revandin rizgar bikin" kirine û hat diyarkirin ku bi ve kampanyayê armanc ew dosya ji nû ve were vekirin. Ummu Selam El-Hac, bal kişand ku kesên hatine revandin ji deh salan zêdetir e di girtîgehê de ne û wiha domand: “Deh sal in gelek zarokên me di girtîgehan de ne. Em bang li hikumet, civaka navneteweyî dikin ku di vê mijara mirovî de bi me re di nava hevgirtinê de bin. Em naxwazin ev dosya bibe mijara bazareke siyasî.”
El-Hac axaftina xwe wiha domand: “Ger van kesan bi hinek tiştan tên sûcdarkirin jixwe salên di girtîgehan de derbas kirine bes in. Divê bi awayê adil werin darizandin û muameleya mirovî bibînin lê mixabin tiştên di girtîgehan de tên jiyîn pir xirab û bi xof in. Kesên nû hatine revandin karê me zortir dikin û malbatên wan ji tirsê ranagihînin ji ber wê xebatên me yên ji bo qeydkirinê tên astengkirin.”
‘Ez û gelek jinên weke min li benda agahiyan in’
Hevjîna kesekî ku hatiye revandin a bi navê Heyfa Alî dibêje: “Deh sal in hevjînê min hatiye revandin. Em bi jinên din re her dem çalakiyên protestoyî li dar dixin, bang li hikûmetê dikin. Ji bo ku xizmên me werin dîtin û berdan em dixwazin zext were kirin. Em dixwazin êdî dosya were vekirin û xizmên me werin berdan. Ez û gelek jinên weke min, em pir westiyan û me zêde êş kişandin. Me gelek caran bang li aliyên têkildar, civaka navneteweyî û saziyên mirovî kir lê mixabin tu encam derneket.”
Muzakere bi ser neketin
Herî dawî têkildarî kesên dîl û yên hatine revandin, di Tîrmeha 2024’an de li paytexta Umman Maskatê di hîmayeya Neteweyên Yekbûyî de muzakere çêbûn lê heyeta hikumeta meşrû, ji biserneketina muzakereyan heyeta Hûsî berpirsyar girt.
Hikumeta Yemenê, ji bo di muzakereyan de pêşketinek çêbibe, şert danî ku aqubeta siyasetmedar Muhammed Kahtan ê ji sala 2015’an ve heta niha girtî ye, were zanîn lê Hûsiyan der barê rewşa Kahtan de nexwestin agahî bidin.