Li Yemenê bi milyonan kes bi ‘şerê bêdeng’ ê derûnî re rûbirû ne

Lêkolînek nû nîşan dide ku şerê 11 sal in didome di civaka Yemenê de rê li ber hilweşîna tenduristiya ruhî vekiriye. Nêzî 7 milyon kes bi travma û xirabûna psîkolojîk re têdikoşin.

Navenda Nûçeyan- Li Yemenê bi salan e gel di bin siya şer de dijîn, bandorên psîkolojîk ên pevçûnan li beşek zêde ya civakê kiriye. Ji ber êrîşên didome, koçberiya bi zorê bi milyonan kes dibin fikara tirsa kronîk de dijîn, li welat xwegihandina desteka psîkolojîk a têrker û tedawiyê bi awayek cidî sînordar e.

Rapora balkêş

Navenda Lêkolanan a Moha ya Stratejîk lêkolîna bi navê ‘Şerê bêdeng; piştî 11 salan şer bandorek çawa li tenduristiya ruhî ya Yemeniyan kiriye?’ weşand, nîşan da ku welat rûbirûyî hilweşînek berfireh a psîkolojîk e.

Di lêkolînê de hat diyarkirin ku bandorên şer tenê bi hilweşîna fizîkî û aborî re ne bi sînor e, pergala psîkolojîk a civaka Yemenê ji bingehê ve hejiyaye. Daneyên qadê, ku xwe dispêrin xebatê analîtîk û raporên navneteweyî, nêzî 7 milyon Yemenî, di astên cuda de travma û xirabûna ruhî dijîn û pêwistî bi muxeleya pispor heye.

Li gorî raporê, li welat di xizmeta desteka psîkolojîk de valayiyek zêde heye. Li gelemperî Yemenê, tenê 46 psîkyatrîst hene, ev jî tê wê wateyê ku ji bo 700 hezar kesan tenê psîkiyatriyek heye. Lêkolîner vê rêjeyê weke ‘bi tirs û kêm’ dinirxînin. Di şertên heyî de tenê 120 kes dikarin xwe bigihîjînin xizmetên tenduristiya ruhî.

Herî zêde jin û zarok bi bandor dibin

Li gorî raporê hat diyarkirin ku şer bi taybetî bandorên giran li ser jin û zarokan çêdike. Ji sedî 73  zarokan re piştî travmayê nîşaneyên stresê hatine dîtin, ev rêje li Iraq Sûriye û herêmên din ên pevçûnan zêdetir e. Hat îfadekirin ku vê rewşê rê li ber paşketina perwerdeyê û nêzîkatiyên bi fikar ên zarokan vekiriye.

Di raporê de hat îfadekirin ku ji sedî 62 jinan di bin xetera depresyonê de ne, ji sedî 67 fikarên giran dijîn, windabûna çavkaniyên debarê, xirabûna şertên jiyanê û tundiya psîkolojîk a zêde bûye vê tabloya kûr nîşan dide. Hat diyarkirin ku beşek zêde ya ciwanan ji ber bêhêvîbûn û fikarên pêşerojê, koçberiyê weke tekane riya rizgariyê dibînin.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Yemenê di rêjeya întiharê de zêdebûn heye. Li gorî qeydên fermî zêdetirî 1660 bûyerên întiharê hene.