Li Yemenê bi hezaran zarok bi birçîbûnê re rû bi rû ne

Bi berdewamiya pevçûnên li Yemenê re, ji ber kêmasiya xwarinê û birçîbûnê jiyana zarok di xeterê de ye, bunyeya wan qesl dibe û mezin nabin.

Yemen – Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di daxuyaniya roja 25’ê Adarê de diyar kir ku li Yemenê ji sedî 50 zarokên ji pênc salî biçûktir, ji ber kêmxwariniyê mexdûr bûne û da hat diyarkirin ku vê rêjeyê li tu dera cîhanê tune ye. Rêxistinê hişyarî kir ku li Yemenê ji ber krîza xwarinê, rewşa bi sedhezaran zarokan di xeterê de ye. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), hişyarî da ku li Yemenê ji 537 hezarî zêdetir zarok birçî ne, jiyana bi sedhezaran di xeterê de ye.

Krîza birçîbûn û mehrûmiyetê

Nûnertiya rêxistinê ya li Yemenê, rewşa mirovî weke krîza ku bi birçîbûn û mehrûmiyetê karekterîze bûye pênase kir, bal kişand ku rewşa di rojên dawî de dijwartir bûye, xeterê zêdetir kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji du zarokên di bin pênc salî de, yek ji ber kêmxwariniyê mexdûr e, ev yek jî felaketa mazin a li Yemenê li pêşiya nifşê nû nîşan dide.

Her wiha hat ragihandin ku ji ber pevçûnan, li herêmên ku binesaziya wan xirab bûye, alîkariya mirovî tê astengkirin, loma krîza heyî ne tenê ya tendirurstiyê, di heman demê de ji bo bi hezaran mirovan fermana mirinê ye.

Bi hezaran jinên ducanî û yên zarokan dimijînin birçî ne

Nûnertiyê da zanîn ku ji 1.4 milyonî zêdetir jinên ducanî yên zarokan dimijînin, ji ber kêmxwariniyê di rewşek xirab de ne, vê yekê jî xetera mirina dayik û zarok zêdetir dike. Her wiha bal hat kişandin ku ji nîvî zêdetir nifûsa Yemenê bi alîkariya mirovê xwe têr dikin lê ji ber şerê navxweyî yê ku bo sedema mirina bi sedhezaran mirovan, xirabûna rewşa aborî û tunebûna xizmetên bingehîn, pêşî li krîz û felaketeke ku heta niha nehatiye dîtin vekiriye.

Ji bo domandina xebatên alîkariyê pêdivî bi desteka madî heye

Nûnerê UNICEF’ê bal kişand ku tevî pirsgirêkên ewlekariyê û mercên zehmet jî rêxistin hewl dide ji bo zarokên ku bê parastin in alîkariya xurekê û tibî bike lê ji bo vê yekê jî pêdivî bi desteka malî ya girîng heye. Di berdewamiyê de hat diyarkirin ku ji bo rêxistin hewldanên xwe yên li Yemenê bidomîne, jiyana bi hezaran zarokên ku di xeterê de ne rizgar bike, di sala 2025’an de pêdivî bi 157 milyon dolarî heye.

UNICEF’ê ji ber rewşa heyî bang li civaka navneteweyî kir ku hewldanên xwe yên mirovî zêdetir bikin û ji bo operasyonên alîkariyê bidomin, fînansa ku pêwîst e were bidestxistin, bi lezgînî bikevin tevgerê.

Di dawiyê de hişyarî hat kirin ku hejmara zarokên ji birçîbûn û nexweşiyê mexdûr dibin zêde dibe, ji bo bi milyonan Yemeniyan trajediyek mezin heye û divê pêşî li felaketa mirovî were girtin.