Li Yemenê ajokar tenê ji sedî 2 jin in

Li Yemenê kesên ku ajokar in tenê ji sedî 2 ji wan jin in. Yek ji wan jinan jî Îthmar Han e, tevî tacîza ku li dijî wê hatiye kirin û şîroveyên neyînî jî dest ji ajokariyê bernedaye.

HALA AL-HAŞIDÎ

Yemen- Ajokarên jin ên li Yemenê, ji ber nêrîna civakê ya li jinan bi gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin. Li gorî îstatîstîkên li Yemenê; hejmara jinên ku li Adenê belgeya ajokariyê girtine, piştî sala 2021’ê ji 2 hezarî zêdetir bûye. Ofîsa Trafîkê ya Adenê diyar kir ku ev hejmar tenê ji sedî 2 jinan temsîl dike.

‘Li dijî zordariyê diviyabû em bi pêş bikevin’

Ji bajarê Adenê Ismar Han, li dijî hemû zordarî û nêzikahiyên neyînî dest ji dîreksiyonê bernedaye.  Îthmar Han li ser mijarê got: “Jin dema ku ajokariyê dikin, rastî zordariyê tên, bi taybetî ji aliyê mêran ve. Ji ber wê yekê xwe paşve didin. Li dijî vê zordariyê min biryar da ku divê mirov bi pêş bikeve. Min di sala 2018’an de dest bi ajokariyê kir û rastî zehmetiyên cur be cur hatim. Ajokariya jinan di nava civakê de nayê pejirandin. Zordariya mêran a li dijî jinan jî di civakê de asayî tê dîtin. Li gorî nêrîna civakê divê jin li malê bimînin karên derve nekin.” 

‘Ez dizanibûm ku ez ê bi zordariyê re derbikevim serî’

Ismar Han, diyar kir ku jinên ajokariyê dikin, ji ber zordariya mêran, xwe di bin zexta derûnî de hîs dikin û wiha domand: “Mêrekî dema jinek ku wesayîdê bi kar tîne dibîne, şîroveyên neyînî dike. Bi saya bixwebariyê û baweriya ku malbatê da min, ez dizanibûm ku ez ê bi ser bikevim. Qabiliyeta min a ajokariyê heye. Tevî fikara ku dibe rastî helwest û zordariyê werim jî min ajokariyê domand û ev yek ji bo min bû cesaret."

‘Pêdiviya jinan bi piştgiriyê heye’

Ismar Han, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku divê jin di her warî de piştgiriyê bibînin û werin bihêzkirin û got: “Lewre jin jî mêr jî divê bi cesaret bin û her cure zordariya li ser xwe red bikin. Her jin ji bo rewşa civakê baştir bibe divê bixebite. Divê piştgirî ji jinan re were dayîn da ku bikaribin xeyalên xwe pêk bînin.”