Li Yemenê 237 zarok bi darê zorê hatine windakirin

Rêxistina ‘Îrade’ li Cenevreyê bi raporek eşkere kir ku ji sala 2014’an ve li Yemenê 752 dozên windakirina bi darê zorê di girtîgehên Hûsiyan de hatine belgekirin ku 237 ji wan zarokên biçûk in.

Navenda Nûçeyan – Di bin siya berdewamiya şerê li Yemenê de, fikarên hiqûqî yên der barê binpêkirinên li dijî zarokên piçûk (kêmtemen) zêde dibin; çi bi riya leşkerkirinê, çi bi riya girtinê yan jî windakirina bi darê zorê be.

Rêxistina “Îrade” ya ji bo Têkoşîna Dijî Îşkence û Windakirina bi Darê Zorê, duh eşkere kir ku wan ji sala 2014’an ve, 752 dozên windakirina bi darê zorê li Yemenê di hundirê girtîgehên girêdayî Hûsiyan de belge kirine. Di navbera wan de 237 zarokên piçûk hene. Rêxistinê ev wekî hejmareke wisa bi nav kir ku qebareya binpêkirinên berdewam ên li dijî sivîlan nîşan dide.

Ji Cenevreyê banga hesabpirsînê

Daxuyanî di dema semînereke hiqûqî ya bi navê “Qurbaniyên Îşkence û Windakirina bi Darê Zorê: Bêcezakirin û Pêwîstiya Hesabpirsînê” de li Koşka Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê hat lidarxistin. Di semînerê de nûnerên şandeyên dîplomatîk, mekanîzmayên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî, li gel rêxistinên navdewletî û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Di dema semînerê de, pêşniyarên hûrgulî li ser rewşa qurbaniyên windakirina bi darê zorê li Yemenê hatin pêşkêşkirin. Bi taybetî giranî hat dayîn ser şert û mercên ku girtî di hundirê cihên girtinê yên girêdayî Hûsiyan de de dijîn. Li gorî tiştên di raporê de hatine destnîşankirin, girtî rûbirûyî binpêkirinên mîna îşkence, reftara xirab û bêparhiştina ji pêwendiya bi malbatên xwe re dibin.

Axaftvanan tekez kir ku ev binpêkirin li gorî qanûnên navdewletî tawanên giran in û bi derbasbûna demê re ji holê ranabin. Wan destnîşan kir ku ev mijar ne tenê dosyayeke siyasî ye lê belê dozeke mirovî û zagonî ye ku hewcedariya wê bi tevgereke lezgîn a navdewletî heye da ku çarenûsa windayan eşkere bibe û berpirsiyar werin cezakirin.

Rapora nû: Li pey dîwarên bêdengiyê"

Rêxistinê di dema çalakiyê de raporeke dîtbarî jî nîşan da ku beşek ji dax û azarên qurbaniyan û malbatên wan belge dike. Her wiha raporeke nû ya mafên mirovan a bi navê “Li Pey Dîwarên Bêdengiyê” hat belavkirin. Ev rapor agahî û nexşeyên der barê yek ji girtîgehên veşartî yên girêdayî komê de dihewîne.

Di raporê de her wiha guhdarî hat dayîn ser şahidî û dîmenên belgekirî yên girtiyên berê û malbatên kesên ku hê jî di nava lîsteya windayên bi darê zorê de ne da ku balê bikşînin ser bandora kûr a mirovî û derûnî ya van binpêkirinan li ser malbatan.

Banga dabînkirina mafên mirovan

Di dawiyê de, rêxistinê bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir ku gavên bi bandortir bavêjin ji bo hesabpirsîna ji kesên ku destên wan di van binpêkirinan de heye. Her wiha daxwaz hat kirin ku ji bo bidawîkirina polîtîkaya bêcezakirinê bixebitin û dadperweriyê ji bo qurbaniyan û malbatên wan li gorî pîvanên qanûna navdewletî ya mafên mirovan dabîn bikin.