Li Yemenê 18 milyon kes bi kêmasiya xwarinê re rû bi rû ne
Raporteke Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku Yemen bûye sêyemîn welatê herî bêewlehiya xwarinê li cîhanê û tê payîn ku di şeş mehên bê de zêdetirî nîvê nifûsê wê birçî bimîne.
Navenda Nûçeyan – Yemen ji ber şer û hilweşîna aborî ya bi salan, bi yek ji krîzên ewlehiya xwarinê yên herî xeternak ên cîhanê re rû bi rû ye. Bi mîlyonan mirov li welêt li ber birçîbûnê têdikoşina jiyanê didin û rewşa mirovî jî xirabtir dibe.
Li gorî raporek navneteweyî ku ji hêla şeş ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî ve hatiye weşandin, Yemen bûye sêyemîn welatê herî bêewlehiya xwarinê li cîhanê. Tê payîn ku krîz di şeş mehên bê de hîn kûrtir bibe û bandorê li zêdetirî nîvê nifûsê bike.
18.1 milyon kes di asta krîza xwarinê de ne
Li gorî raporeke çavdêriyê ya hevbeş a ji Mijdarê, tê pêşbînîkirin ku nêzîkî 18.1 milyon kes di navbera Îlona 2024 û Sibata 2026’an de bi krîz an jî bêewlehiya xwarinê ya xerabtir re rû bi rû bimînin. Ji van, 41 hezar kes di xetereya ketina nav birçîbûnê de ne, ku piraniya wan li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de dijîn. 9.4 milyonên din jî di xetereya ketina nav bêewlehiya xwarinê ya awarte de ne. Ji vê komê, 7.3 milyon li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de û 2.1 milyon jî li herêmên ku ji aliyê hikûmetê ve di asta navneteweyî de têne naskirin dijîn.
Malbat bêpar in ji pêdiviyên sereke yên xwarinê
Daneyên heyî nîşan didin ku ji sedî 61’ê malbatên Yemenî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane yên xwarinê peyda bikin, di heman demê de ji sedî 33’ê wan jî xerckirina xwarinê bi awayekî pir kêm dibînin. Koma Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku rêjeyên kêmasiya xwarinê ya akût, nemaze li deverên peravê û nizm, heta dawiya salê ji sedî 15 heta ji sedî 30 zêde bibin, ji ber krîza birçîbûnê ya kûrtir, kêmbûna dabînkirina xwarinê û belavbûna nexweşiyan.
Faktorên ku krîza xwarinê li Yemenê xirabtir dikin
Di raporê de sedemên sereke yên ku krîza xwarinê li Yemenê girantir dikin wiha hatine rêzkirin:
"*Nebûna fînansmana alîkariya mirovî,
*Kêmkirina bernameyên alîkariyê,
*Sînorkirinên ku ji hêla Hûsiyan ve li ser rêxistinên alîkariyê hatine ferzkirin,
*Gefên ewlehiyê, di nav de revandina karmendên NY,
*Kêmkirina hatina sotemeniyê ji bendergehên Deryaya Sor û îhtîmala zêdebûna bihayê,
*Nêzbûna nirxa diravî li deverên hikûmetê û bandora wê ya rasterast li ser bihayên xwarinê.”
Raport, ku wekî beşek ji nûvekirina birêkûpêk a li ser xetereyên ewlehiya xwarinê li Yemenê ji hêla FAO, UNICEF, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Banka Cîhanê û ACAPS ve hatî amadekirin, encamên potansiyel nîşan dide.
Yemen yek ji krîzên mirovî yên herî giran dijî.
Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Joyce Msuya di civîna xwe ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de diyar kir ku 17 milyon Yemenî niha bi birçîbûnê re têdikoşin û tê payîn ku di demek nêzîk de milyonek din jî ji ber şer, hilweşîna aborî, bandorên avhewayê û kêmbûna fînansmanê tevlî vê komê bibin. Msuya destnîşan kir ku hilweşîna binesaziyê rê li ber îtxalatê digire, di heman demê de astengiyên ewlehiyê û pirsgirêkên gihîştinê şiyana NY ya radestkirina alîkariya lezgîn ji bo deverên herî hewcedar sînordar dikin. Msuya tekez kir ku Yemen yek ji krîzên mirovî yên herî giran ên cîhanê dijî û diyar kir ku zêdetirî nîvê nifûsê dê herî kêm heta Sibata 2026an hewceyê alîkariya mirovî ya lezgîn be.