Li Yemenê 18 hezar malbat koçber bûn

Li Yemenê ji ber zêdebûna liv û tevgerên leşkerî bi hezaran malbat ji cih û warên xwe bûn, bi dehan sivîl hatin kuştin û xebatên alîkariyê jî ji ber fikarên ewlehiyê hatin rawestandin.

Navenda Nûçeyan – Ji gelek eniyan ve Yemen rastî zêdebûna liv û tevgerên leşkerî yên dijwar tê ku ev yek dibe sedema hedefgirtina sivîlan û pêlên nû yên koçberiya navxweyî li herêmên herî bê aram. Rêxistinên alîkariyê hişyariyê li ser têkçûna xizmetên bingehîn û zehmetiya gihîştina malbatan kirin.

Koçberiya bi hezaran malbatan

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) duh diyar kir ku ji ber şer û pevçûnan, niştecih neçar dimînin ji malên xwe birevin. Her wiha ev rewş dibe sedem ku sivîl bibin hedef û operasyonên mirovî yên ku jixwe zêde barkirî ne, bêhtir bikevin bin zextê. OCHA’yê destnîşan kir ku ji destpêka mehê ve herî kêm 18 hezar malbat, an jî bi qasî 125 hezar kes, ji cih û warên xwe hatine derxistin.

Zêdebûna sivîlên ku tên hedefgirtin û zehmetiyên alîkariyê

OCHA’yê ragihand ku hejmara sivîlên ku hedef hatine girtin zêde bûye. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku ji 1’ê Îlonê ve 40 sivîl hatine hedefgirtin; heşt kes ji wan hatine kuştin û 32 jî birîndar bûne û hat diyarkirin ku ji nîvê wan zêdetir jin û zarok in. Her wiha OCHA’yê hişyarî li ser kêmbûna pêdiviyan û nebûna fonan ji bo dabînkirina hewcedariyên heyî da.

Rêxistinên mirovî dan xuyakirin ku gihîştina deverên bandordar ji ber fikarên ewlehiyê bi giranî sînordar e. Tevgerên alîkariya mirovî ji bo deverên cuda yên perava rojavayê Yemenê hatine rawestandin û riyên sereke jî yan hatine girtin an jî nayên derbaskirin.

Banga parastina sivîlan

Di dawiyê de OCHA’tê banga ji hemû aliyan re dubare kir û xwest sivîlan biparêzin, rêzê li yasayên mirovî yên navneteweyî bigrin, gihîştina mirovî ya ewle û bê asteng hêsan bikin da ku alîkariya pêwîst bigihîje kesên hewcedar.