‘Li Xezayê zewaca temen biçûk jiyana zarokên keç dixe xeteriyê’

Pispora civakî û Psîkolojîk a li Xezayê Rîham Libid diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de dawî li pirsgirêkan nayne her wiha zêdetir dike û got: “Zewaca biçûk jinên ciwan dike qurbaniya biryarên civakî.”

NEXIM KERACÊ

Xeza- Di demeke ku şer û xirabûna rewşa mirovî ya li Zîvala Xezayê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpê kiriye de, pirsgirêka zêdebûna zewicandina di temenê biçûk de jî, di nava civakê de rû dide. Ev yek jî dibe sedem ku zarokên keç ji zaroktiya xwe ve di bin navê “çareseriyên civakî” de ji jiyanê bêpar bimînin. Her wiha, bi tundî û tunebûnê re rû bi rû dijîn.

Rastî dûrî xeyalan e

Sûmeya El Reayî ku newêrî navê xwe yê rastî bêje, da zanîn ku hê 17 saliya xwe temam nekiriye, çîroka wê ya dijwar destpê kiriye. Sumeya çîroka xwe bi dengek bi êş û tijî bêhêvî, wiha vegot: “Min digot qey dê zewac min ji tirsa koçberbûnê biparêze, lê min xwe di zîndaneke nû de dît. Di nava şer û pevçûnan de ji ber tunebûnê ez zewicîm. Malbata min xeyal dikir ku zewac biryara baş e ji bo parastina min û ewê barê civakî û aborî ji ser wan kêm bike. Lê rastiya em dijîn, dûrî van xeyalan bû. Ji destpêka zewaca xwe de bi tundiya bedenî û devkî re rû bi rû dimam û rastî gelek pirsgirêkên civakî dihatim. Min lêdan dixwar. Min ev tundî qebûl nekir, loma bi armanca rizgarkirina xwe ya ji çerxa tundiyê, neçar mam ji wî veqetim. Piştî hevberdanê jî êşên jiyanê zêdetir bûn û di rewşa îzalasyon û depresyonê û bêbaweriya bi derdorê re, derbas bûm.”

‘Ez wê kêliyê tu car ji bîr nakim’

Huda Elî jî 16 salî ye û bi darê zorê hatiye zewicandin. Huda qala wan kêliyên bi êş ên di jiyana xwe de kir û wiha got: “Malbata min bi hinceta sivikkirina barên aborî û civakî ya li ser xwe, bi darê zorê zewacê bi min dan qebûlkirin. Tu car ez wê kêliya bi êş a qebûlkirinê ji bîra min naçe. Hevjînê min ji min 15 sal mezintir e. Min hê  berpirsyariya malbatê û malê fam nekiribû. Em rojane di nav nakokiyan de bûn. Min hê jî derdora xwe nas nekiriye. Ev zewac jî, êş û zehmetiyên min ên jiyanî dijwartir kir.”

‘Zewaca di emrê biçûk de ne hêsan e’

Nesma El Qasêm ku 15 salî ye û ew jî ji ber zextên malbatê di temenê biçûk de zewiciye, wiha behsa çîroka xwe dike: “Ez tu car kêliya ku zewac di bin konek hilweşandî û tunebûna hemû pêdîviyên jiyanî de qebûl kiriye, ji bîr nakim. Ez bi malbatek mezin re di bin konek biçûk de dijîm, min hîs dikir di zîndanek biçûk de nikarim xwe rizgar bikim, dijîm. Min gelek êşên jiyanê dîtin. Di vî emrê de komkirina êzingan heta amadekirina xwerinê û anîna ava vexwerinê, ne hêsan bû. Ji bo ku ji zextên jiyanê yên zêdetir dibin ez ducanî bûm. Lê ji ber kêmxwarinî û şert û mercên giran ên jiyanê, di meha çaran de zaroka min mir. Wê demê min hîs kir ku ez xwe winda dikim û rewşa min a tenduristî ji ber kêmbûna alavên tendirustiyê ne baş bû.”

‘Zewaca zarokan çewsandinek e’

Pispora civakî û Psîkolojîk Rîham Lebid ku xebatan bi malbatên koçber re dimeşîne, ji bo zêdetir balê bikşîne ser pirsgirêkên civakî wiha got: “Zewaca di temenê biçûk ne tenê pirsgirêkek civakî ye, çewsandineke rasterast li ser keçên ku dibin qurbaniyên biryarên malbatî ye jî. Ev bûyer ji ber êrîş û şerê ku niha li herêmê diqewime zêdetir bûye. Beriya ku şer biqewime hejmara zewaca di temenê biçûk de ji sedî 19.3 bû. Ji ber rewşa herêmê û tunebûna belgeyên fermî, em nikarin bilançoyan eşkere bikin. Sedema bingehîn a vê pirsgirêkê jî, rewşa aborî ya ku li herêmê dijwartir bûyî ye. Tunebûn dihêle ku malbat zewaca di emrê biçûk de hilbijêrin. Her wiha ji bo keçên xwe di nava çadir û stargehên koçberiyê de ji navên ‘namûs û şerefê’ biparêzin, malbat neçar dibin di temenê biçûk de wan bizewicînin.”

‘Zewaca temen biçûk rêjeya tundiyê zêdetir dike’

Rîham Lebid bal kişand encama lêgerînên di nava civakê de, bi taybetî jî bandorên zewaca di temenê biçûk de ya li ser derûnî û psîkolojiya zarokên keç û wiha pê de çû: “Keçên ku neçar dibin di temenê biçûk de zewacê qebûl bikin, di nava tundî û tunebûnê de dijîn. Her wiha ew ne amade ne ku barên jiyanê yên giran bigrin ser milên xwe. Di heman demê de bedena wan jî ne amade ye ji bo ducanî û zayînê. Ev hemû dibin sedem ku keçik tevliheviyên tendirustiyê bijîn. Piraniya keçên ku pê re eleqedar bûne, şerm dikin ku êşa xwe bînin ziman. Ji ber tirsa civakî û ji bo ku zêdetir rastî tundiya malbatên xwe neyên. Zêdebûna van bûyeran jî, mafê zarokên keç mîna xwendin û fêrbûnê distîne..”

‘Nebûna berpirsyariyên qanûnî rê li ber bûyerê vedike’

Rîham Lebid destnîşan kir ku bûyerên zewaca di emrê biçûk de ji ber tunebûna çavdêriyên ewlehiyê û dadgehên şerîetê zêde bûne û wiha got: “Li gor peymana navnetewî ya parastina mafên zarokan û peymana dawîkirina hemû cureyên tundiyê li dijî jinan (CEDAW), zewaca di emrê biçûk de, sûceke ku mafê wan ên jiyanê jê didize. Ev bûyer di nava nebûna çavdêriyên ewlehiyê û dadgehan de ji ber êrîş û şerê ku diqewime, zêdetir bûne. Ev yek zarokên keç dixe rewşeke qanûnî ya xirab û nahêle mafên xwe dema rastî êşkence û tundiyê hatin, bi dest bixin. Nebûna berpirsyariya qanûnî dibe sedema belavbûna van bûyeran.”

‘Çareserî pêwîstiya xwe bi kedek hevpar heye’

Di dawiya gotinên xwe de Rîham Lebid bal kişand ser rêyên çareseriya van pirsgirêkan û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, pêwîstî bi kedek hevpar a di nava saziyên hikûmetê û civika sivîl de heye. Hişyarkirin jî gavê herî girîng e, lê divê em navendên şewirmendiyê û civakî di nava cihên koçberan de ava bikin da ku piştevaniyê bi zarokên keç û malbatan re bike. Da ku em bikaribin encamên dijwar ên zewaca di emrê biçûk de pênase bikin. Divê bernameyên aborî bên dayîn ku pêdiviyên malbatê pêk bîne û derfetên kar ji wan ava bikin da ku neçar nebin zarokên xwe di temenê biçûk de bizewicînin. Li kêleka wê, divê mafê xwendinê ku wek hêviyek ji keçikan re ye, vegerînin. Bang li civakê dikim ku zewaca di temenê biçûk de, ne rêya çareseriyê ye. Ew êşê û zehmetiyan zêdetir dike û rêjeya tundiyê bilind dike.”