Li Xezayê zehmetiyên jinên kêmendam duqat dibin
Li Xezayê şer û pevçûn her diçe dijwartir dibin. Ji vê rewşa heyî herî zêde jin û zarok bi bandor dibin bi taybetî zehmetiyên jinên kêmendam ên ku ji bo jiyanê têdikoşin duqat zêdetir in.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê salek zêdetir e berdewam dikin. Di nava vê sala derbasbûyî de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Tê payîn ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in. Bi sedhezaran kes jî neçar man warên xwe biterikînin. Her wiha kesên Xezayê netarikandin û di nava dorpêça êrişan de dijîn, ji cihên bi ewle, tendirustî, xwarin, dermanan bêpar dimînin. Li Xezayê ji ber tunebûna ewlehiyê li navendên stargehan, kesên xwedî pêdiviyên taybet gelek zehmetiyan dikşînin.
‘Me riyeke dirêj a tijî bombe û balafir derbas kir’
Sumeya Madî li herêma Meşrû Beyt Lahiya li bakurê Xezayê dimîne, yek ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet e. Sumeya Madî biryar daye ku ji mala xwe ya rûxandî dernekeve bangawaziyên derketina bi darê zorê red dike û wiha dibêje: “Her cara ku bombebaran zêde dibû min hîs dikir ku mayîna li malê ji koçberiya di nava bajarê rûxandî de baştir e."
Her çendî sûmeye Madî bi biryar bû li mala xwe bimîne jî di dawiyê de ji ber êrişên dijwar hêzên Îsraîlê welatiyên mayî neçar kirin yekser wan deveran vala bikin. Sumeya Madî li wê derê jî bi pirsgirêkek mezin re rûbirû ma. Nizanibû ew ê çawa ji vê dojehê derkeve? Wê çawa kursiya wê ya bi tevger di nava ewqas kavil û riyên xirab de biçe? Sumeya wiha gotinên xwe berdewam kir: “Min gelek astengî kişand lê belê min bijarte danîn pêşiya xwe yan ez ê jiyana xwe bixim metirsiyê yan ez ê derkevim yan jî ez ê bimînim û di bin kavilan de bimrim. Ez bi malbata xwe re derketim û di riyên xirab re derbas bûm. Me riyeke dirêj tijî bombe û balafir derbas kir."
Xwişka wê jî kêmendam e
Dema Sumeye Madî û malbata xwe gihîştin bajarê Xezayê cihekî lê bimînin tunebû, ji ber ku li her derê kesên koçber pir zêde bûn û navendên demkî birêxistinkirî nebûn.
Malbata Sumeye Madî bi zehmetiyeke din re jî rûbirû ma. Birayê vê neçar ma kursiya wê bi kar bîne ji bo tiştên pêwîst lê bar bike. Di encamê de Sumeye li kolanê li bendê ma heta cihekî biçûk ji wan re hat dîtin lê belê wê baş dizanibû rewş baştir nebe ji ber ku bajêr tijî bû û konek tenê jî nedihat peydakirin.
Sumeye Madî wiha hêrsa xwe anî ziman: "Ez gelekî bi hêrs im ji ber awayekî parastinê û baldariya bi kesên xwedî pêdiviyên taybet di riya koçberiyê de tune ye. Ez ne bi tena xwe di vê rewşê de bûm. Xwişka min jî astengdar e. Vê yekê zehmetiya me zêdetir kir. Çûyîna ji herêmekê ber bi herêmeke din ve gelekî zehmet e. Navendên heyî jî mercên wan xirab in."
‘Her roja derbas dibe zehmetiyên me zêdetir dibin’
Sumeye Madî di dawî de got ku ew hîs dike ji bo peydakirina xwarinê heta parastina rûmetê di şerekî hundirîn û derve de ye. Sumeye Madî anî ziman ku her roja derbas dibe zehmetiyên nû derdikevin pêşiya wan û wiha pê de çû: “Heta serşokên wan ne guncaw in. Cihekî taybet ku pêdiviyên me weke jinên xwedî pêdiviyên taybet peyda bikin tune ne. Nebûna taybetiyan zehmetiyên min zêdetir kirin."