‘Li Xezayê zêdetirî 16 hezar û 500 nexweş li benda tehliyekirinê ne’

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bal kişand ser kêmasiya xizmetên tenduristiyê li Xezayê û diyar kir ku zêdetirî 16 hezar û 500 nexweşên Filistînî hewcedarê veguhastina bijîşkî ne.

Navenda Nûçeyan – Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li Filistînê, Rik Peeperkorn, ragihand ku pêdivî ye ku zêdetirî 16 hezar û 500 nexweşên Filistînî ji aliyê bijîşkî ve ji Xezayê werin derxistin.

Nûnerê ku bi rêya înternetê beşdarî civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa NY li Cenevreyê bû, ragihand ku tevî agirbestê jî, pêdiviyên tenduristiyê li Xezayê pir zêde ne. Rik Peeperkorn destnîşan kir ku ji 36 nexweşxaneyên Xezayê tenê nîvê wan qismî dixebitin û got ku ji agirbestê vir ve 26 tesîsên tenduristiyê ji nû ve hatine vekirin û heşt navendên nû hatine avakirin. Lêbelê, li bakurê Xezayê, ku herêmek ku herî kêm 20 hezar kes lê dijîn, tu nexweşxaneyên ku dixebitin tune ne.

Nûner diyar kir ku WHO ji agirbestê vir ve kariye 2 hezar û 50 paletên alavên bijîşkî bigihîne Xezayê û Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê destnîşan kir ku ji 622 dermanên bingehîn 343 derman qediyane.

Rik Peeperkorn di axaftina xwe de behsa kampanyaya derzîlêdana demkî jî kir û ragihand ku di çarçoveya kampanyayê de, ku bi hevkariya WHO, UNICEF, UNRWA û hevkarên din di navbera 9 û 20’ê Mijdarê de hatiye pêkanîn, derzî li zêdetirî 13 hezar û 700 zarokan dane. Peeperkorn destnîşan kir ku di navbera Cotmeha 2023 û Mijdara 2025’an de 8 hezar û 25 nexweşên Filistînî ji bo zêdetirî 30 welatan hatine veguhastin, lê zêdetirî 16 hezar 500 nexweşên Filistînî hîn jî li benda veguhastinê ne.