Li Xezayê zarok li dijî mirin, birçîbûn û sermayê têdikoşîn

UNICEF’ê diyar kir ku zarokên li Xezayê rûxmê agirbestê jî, bi serma û kêmbûna xurekê re rû bi rû ne. Li gorî raporan, ji Cotmeha 2023’an û vir ve zêdetirê 20 hezar zarok jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran zarok jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Mirovên ku li Xezayê dijîn, ji ber bandorên êrîşên domdar, dorpêç û sînordarkirinê Îsraîlê, bi kêmbûna xurek û şert û mercên dijwar ên avhewayê re têdikoşin; ev rewş gef li jiyana bi mîlyonan kesan dixwo.

Berdevkê UNICEF’ê ya li Filistînê, diyar kir ku rûxmê agirbestê jî, zarok ji ber êrîş û qedexeyên domdar, bi serma, kêmbûna xurek û şert û mercên dijwar re rû bi rû ne. Hate ragihandin ku piştî agirbestê jî, zêdetirê 80 zarok jiyana xwe ji dest dane û  ava baranê derbasê konên penaberan bûye.

Berdevkê UNICEF’ê, destnîşan kir ku rewşa mirovî li Xezayê hêj pir dijwar e û zarok di koma herî zêde ji êrîşên Îsraîlê yên du salan bandor bûne de cihdigrin. Heta ragihandin ku ji Cotmeha 2023’an û vir ve zêdetirê 20 zarok jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 44 hezar zarok birîndar bûne. Qeyrann bandorek kûr li ser tenduristiya beden û derûnî ya zarokan dike.

Berdevk, diyar kir ku bi hezaran zarok bê dayik û nav mane, hinek zarok lebatên xwe windakirinê û nêzî 638 hezar zarokên temenê dibistanê du sal in ji perwerdeyê bêpar mane. Zarokên li Xezayê bi lezgînî hewceyê piştgiriya derûnî û civakî ne. Li gorî daneyên dawî yên ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatine weşandin, 4 hezar zarok ji ber sedemên tenduristiyê neçar mane ku werin tehliyekirin.

Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de di 7’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir; nêzî 71 hezar Filistînî hatine qetilkirin û piraniya wan jin û zarok zêdetirîê171 hezar kes birîndar bûn. Îsraîlê, agirbesta ku di 10’ê Cotmehê de hatiye ragihandin binpê dike û dorpêça li ser Xezayê tundtir dike. rûxmê ku şer bi dawî bûye jî, şert û mercên jiyanê baş nebûn; alîkariyên mirovî tên sînordarkirin û gihandina alîkariyê ya ji bo nifûsê tê astengkirin.