‘Li Xezayê xwarina xirabûyî bû sedema jehrê’

Hat ragihandin ku li Xezayê ji ber xwarina konserveyên ku dema wan derbas bûye gelek bûyerên bi jehrê ketinê çêbûne.

Navenda Nûçeyan – Zêdebûna krîza birçîbûnê ya li bajarê Xezayê, ji ber ku Îsraîl êrişên xwe didomîne û rê li ber ketina berhemên kêm ên xwarinê digire, roj bi roj rewşa mirovî xirabtir dike. Di daxuyaniya ku ji aliyê hikûmeta Filistînê ve li Xezayê hat dayîn de hat gotin: “Xelkê Xezayê konserveyên ku dema wan derbas bûye dixwin û ev jî dibe sedem ku gelek kes jehrî bibin.”

‘Birçîbûn û nexweşiyên enfeksiyonê zêdetir bandorê li zarokan dike’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku birçîbûn û nexweşiyên enfeksiyonê yên li Xezayê bi taybetî bandorê li zarokan dike û Îsraîl bi awayekî sîstematîk polîtîkaya birçîbûnê dimeşîne û rê li ber dermankirina sivîlên li Xezayê digire.

‘Erkdarên şaredariyê tên hedefgirtin’

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Artêşa dagirker a Îsraîlê rasterast erkdarên şaredariyê yên ku hewl didin bîrên avê yên li Şerîda Xezayê ji nû ve vekin dike hedef.” Herwiha hat diyarkirin ku Îsraîl rasterast ekîbên parastina sivîl kirin hedef û bi zanebûn ew ji xizmetê derxistin.

37 hezar û 598 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daxuyaniya herî dawî; Di êrişên ku ji 7’ê Cotmehê vir ve ji aliyê Îsraîlê ve li ser Şerîda Xezayê hat kirin de herî kêm 15 hezar û 694 jê zarok, 10 hezar û 279 jin 37 hezar û 598 filistînî jiyana xwe ji dest dan û 86 hezar û 32 kes jî birîndar bûn.