Li Xezayê xeteriya li ser sivîlan didome

Zîvala Xezayê, ji ber ku sînordarkirinên Îsraîlê ya alîkariyên mirovî bi rewşa mirovî ya ku roj bi roj xirab dibe re rû bi rû ye. UNRWA’yê, destnîşan kir ku sivîl di bin xetereyek zêde de ne.

Navenda Nûçeyan – Li Xezayê, sînordarkirinên Îsraîlê ya li ser dabînkirina alîkarî û stargehê û binpêkirinên li qadê, rewşa mirovî bi awayekî cidî xirabtir dike. .

Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA), tevî sînordarkirinan jî xebatên xwe didomîne û destnîşan dike ku parastina xebatkarên mirovî û tesîsên ji bo xizmetên bingehîn, alîkariya yekem, perwerde û piştgiriya xurekê krîtîk in.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe

Îro danê sihare li Xan Yûnis a başûrê Xezayê, ji ber êrîşa drona Îsraîlê sivîlek hat qetilkirin û hinek kes jî birîndar bûn. Ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve hejmara kesên ji ber pevçûnên Îsraîl-Hemasê jiyana xwe ji dest dan bû 72 hezar û 73 kes û 171 hezar û 756 kes jî birîndar bûn.

Binpêkirinên rojane, tevî qonaxa duyemîn a agirbestê jî didomînin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku ji 11’ê Cotmeha 2025’an û vir ve 615 kes jiyana xwe ji dest dan û hezar û 658 jî birîndarbûn.

Konên penaberan di bine avê de man

Konên penaberan a li deverên cuda yên Xezayê, ji ber barana zêde û hewaya dijwar di bin avê de ma anjî hilweşiya. Bi sedan malbatan, banga alîkariya lezgîn kirin.

Xebatên ji nû ve avakirinê, ji ber astengkirina Îsraîlê ya ketina kon û malên veguhêzbar pêşnakeve. UNRWA’yê, radigihîne ku nêzî sêyan yekê nifûsê di konan de dijîn û ger malên veguhêzbar neyên peyda kirin wê şert û mercên jiyanê dê xirabtir bibin.

Pêdiviyên mirovî yên krîtîk

Li Xezayê gihîştina xizmetên bingehîn hêj bi awayekî cidî sînordar e û şert û mercên ewlehiyê nebaş in. Nebûna xurek, av û dermanan di asta mezin de ye û gihandina alîkariyan a bi rêkûpêk pir girîng e.

Rêxistinên civakî yên Filistînî, radigihînin ku bi hezaran malbat hêj di konên hilweşiyayî an jî li derve û xaniyên veguhêzbar nayên teslîm kirin. Ev yek jiyana mirovên koçber girantir dike û qeyrana mirovî kûrtir dike.