Li Xezayê têkildarî tundiya li dijî rojnamevanên jin semîner
Sendîkaya Rojnamevanên Xezayê, bi semînerekî tundî û cudakariya ku rojnamevanên jin ên Filistînî pê re rûbirû dimînin nîqaş kir. Di semînerê de xetereyên li qadê, tundiya dîjîtal û cudakariya sazî û civakî jî hate nîqaş kirin.
NEXEM KERACÊ
Xeza – Yekîtiya Rojnamevanên Filistînî, 1’ê Kanûnê bi beşdariya rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên medyayê, semînerek bi sernavê "Di Navbera Erka Pîşeyî û Zextên Tundiyê de Rojnamevanên Jin ên Filistînî: Dengên Nayên Şikestin" li dar xist. Ev çalakî, di çarçoveya Kampanyaya 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de hate lidarxistin.
Sendîkayê, diyar kir binpêkirinên ku rojnamevanên jin ên Filistînî pê re rû bi rû dimînin, hewceyê mudaxeletê sazûmaniyê û ragihand ku hewildanên xwe yên destpêkirina bernameyên perwerdeyê didomîne.
Zehmetiyên xebatê ya li qadê
Nûçegihana Televîzyona Filistînê Îslam el-Zanun, diyar kir di dema şerê li Xezayê de, rojnamevanên jin bêparastin di qadê de xebat meşandine, xebatan bi dilxwazî dinirxînin û planek ewlehiyê ya sazûmanî nîne. Îslam el-Zanun, balkişand li ser protokolên parastina qada vekirî û dabînkirina alavên guncaw û destnîşan kir ku ji bilî rojnamevantî bûyîna dayik, bandorê li biryarên pîşeyî dike.
Her wiha di semînerê de mijara tundiya dîjîtal jî hate nîqaş kirin. Îslam el-Zanun, diyar kir ku ev pratîkên ji tacîz û zordariyê wêdetir, kampanyayên reşkirinê yên organîze, hedefgirtina hesaban, hackkirin û çavdêriya daneyan jî dihewîne. Îslam el-Zanun, da zanîn gelek rojnamevanên jin diyar kirine ku di dema şer de hesabên wan hatine hackkirin an jî dîzin û naveroka wan a kesane ji bo armancên siyasî hatiye manîpulekirin.
‘Jin hêj bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin’
Edîtora malpera “Al-Bawaba 24” Meysun Kehil, da zanîn jin hêj bi cudahiyên mûçeyan, kêm temsîliyeta di rêveberiyê de û marjînalîzekirina di rolên edîtoriyê yên bi bandor ên di saziyên medyayê de re rû bi rû dimînin. Meysun Kehil, destnîşan kir di piraniya saziyan de mekanîzmayên pêşvebirin û gilîkirinê bi polîtîkayên zelal nayên rêkûpêk kirin û zexta li ser rojnamevanên jin di demên qeyranê de zêde dibe.
‘Divê sendîka û saziyên mafên mirovan kampanyayên hişyariyê bimeşînin’
Rojnamevan Henan el-Rîfî jî, diyar kir rojnamevanên jin bi cudakariyên civakî re rû bi rû dimînin û di kirêkirina xanî û têkiliyên civakî de zehmetiyan dikişînin. Meysun Kehil, destnîşan kir ku ev rewş bandorê li aramiya wan a pîşeyî û civakî dike û divê sendîka û saziyên mafên mirovan kampanyayên hişyariyê bimeşînin.
Her wiha di semînerê de hate destnîşan kirin ku qanûn parastina teorîk mîsoger dikin, mekanîzmayên astengkirinê kêm in û yekîneyên gilî û tundiya navxweyî ya bi bandor nîne.