Li Xezayê şert û mercên hewayê jiyana koçberan dijwartir dike
Li Zîvala Xezayê, bayên bihêz bû sedem ku konên koçberan di bin avê de bimîne û biqulipîn. Her wiha zêdetirê 250 hezar kes di navendên stargehbûnê de ji ber serma û nebûna derfetên germkirinê zirar dîtin.
Navenda Nûçeyan – Rewşa hewayê ya heyî û zexta nizm a bihêz zehmetiyên koçberên li Xezayê zêdetir kir. Bayên bihêz, konan wêrankirin û mirovan bi xetereyên xeniqandin û nexweşiyê re rû bi rû hişt. Nebûna derfetên stargeh û parastinê, di hewaya sar û baranê de rewşê hêj zêdetir dijwartir dike.
Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê Wafa, baranên dijwar û bayên bihêz ji destpêka vê mehê ve bibandor in, bû sedem ku konên li deverên nizm di bin avê de bimîne an jî biqulipîn. Malbatên ku zarok jî di nav de, di sermayê de vekirî man.
Nêzî 250 hezar kesên ji nêzî 1.5 mîlyon mirovên ji cih û warên xwe bûne, bandor bûn; bi hezaran kes di konên naylon an jî paç de, li deverên vekirî, dibistan û li kêleka rêyan dimînin û derfetên germkirin an jî stargehbûnê nîne.
Bayên bihêz û baran, bûne sedema hilweşîna hinek avahiyên ku berê ji ber bombebarana Îsraîlê zirar dîtibûn. Malbatan ji ber kêmbûna sotemeniyê nikarin xwe germ bikin û daketina germahiyê bi taybetî ji bo zarokan encamên trajîk çêkir. Hate ragihandin ku ji destpêka meha Kanûnê û vir ve 4 jê zarok 17 kes jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî ajansê, welatiyên ku malên wan hatine hilweşandin, ji ber ku tevgera kelûpelên malê û alavên avahiyê hatiye astengkirin, neçar mane xwe di avahiyên li ber hilweşînê de bicîhbinîn. Navendên ku nêzî ji sedî 90’î kesên ji cih û warên xwe bûne dimînin, di bin avê de mane.