Li Xezayê rûxmê agirbestê jî 100 zarok jiyana xwe ji dest dan
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezayê, ragihand ku ji ber şert û mercên hewayê nêzî 127 hezar kon zirar dîtine û êdî nayên bikaranîn. NY, ragihand ku ji destpêka agirbestê ve herî kêm 100 zarokan di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Li Zîvala Xezayê kesên ji cih û warên xwe bûne, ji ber şert û mercên hewaya dijwar û barana dijwar di bin şert û mercên mirovî yên pir giran de dijîn. Ev rewş, êşa mirovên ku di konên xirab ên bêparastina ji serma û baranê de têkoşîna jiyanê didin, dijwartir dike.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezayê, ragihand ku ji ber sarmaya zêde ji 135 hezar konan 127 hezar kon zirar dîtine û êdî ji bo jiyankirinê ne guncaw in. Hate diyar kirin ku nebûna stargeh, betanî û nivînan bandorek giran li ser malbatên ku di konên xirab de dijîn dike û kêmbûna germkirin û betanî li seranserê Xezayê ji sedî 70’ê derbas bûye. Serokê Ofîsê, destnîşan kir ku qeyran demkî ye û di dema şer de wêranbûna ji sedî 90’ê binesaziyê, koçberbûna zêdetirî du milyon kesan, girtina dirêj a deriyên sînor û bombebarankirina 303 stargeh û 61 navendên alîkariyê rewşa mirovî xirabtir kiriye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelek malbatên koçber ji germkirin û betanî bêpar in û zarok, jin û kal û pîr neçar dibin ku di konên nebaş de li erdê xew bikin û ev yek jî di nava deh hezaran kesan de dibe sedema nexweşiyên nefes û enfeksiyonê. Serokê Ofîsê, destnîşan kir ku wêrankirina 38 nexweşxaneyan û bêçalakkirina 96 navendên tenduristiyê, hejmara mirinan zêde kiriye û ji bo ku zivistan nevegere karesatê, banga mudaxeleya bilez a navneteweyî kir.
Parastina Sivîl a Xezayê jî ragihand ku di encama hilweşîna avahiyê ya ji ber barana dijwar û bayê 4 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û nêzî 1.5 mîlyon kes di xetereyê de ne.
Bi dehan zarok jiyana xwe ji dest dan
UNICEF’ê ragihand ku li Xezayê ji ragihandina agirbestê ya ji Cotmeha 2025’an û vir ve zêdetirê 100 zarok hatin qetilkirin û ev yek tê wateya ku di pêvajoya agirbestê de her roj zarokek jiyana xwe ji dest dide. Hate diyarkirin ku zarok bi êrîşên hewayî, ÎHA, êrîşên tankan û guleyên rast hatine qetilkirin.