Li Xezayê qeyrana tenduristî: Astengkirina pêdiviyan binpêkirina maf e
Serokê Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezayê, diyar kir ku sektora tenduristiyê bi qeyranek mezin re rû bi rû ye, bi hezaran emeliyat ji ber kêmbûna alavên bijîşkî û dermanên anesteziyê hatine rawestandin û nexweşxane ji kapasîteya xwe zêdetir dixebitin.
Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê, ji agirbestê û vir ve bi awayekî tundî ketina alavên tibî û mirovahî ya ji bo Xezayê asteng dike. Mîqdarên destûr tên dayîn, tenê beşekî pir kêm a pêdiviyên rasteqîn pêktîne, kêliya ku digihîje bi awayekî zû xilas dibe û bandorek mayînde nahêle. Di vê navberê de, pergala tenduristiyê ya sektorê li ber hilweşînê ye.
Serokê Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezayê, duh 23’ê Kanûnê diyar kir ku Xeza ji pêdiviyên alavên pispor ên bingehîn ên mîna amûrên cerehî yên hesas, alavên cerahî yên ortopedîk û dermanên nexweşiyên kronîk û penceşêrê, bêpar e. Ev rewş, dibe sedema mudaxaleta tibî yên sînorkirî û nebaş û ev yek ji bo rizgarkirina jiyanan netêrkêr e.
Serokê, da zanîn ku gelek nexweşxane neçar mane ku bi tevahî an qismî emelyetan rawestînin; nexweş ji ber kêmbûna amûrên emelyatê, dermanên anesteziyê û çareseriyên tibî, bi xetereya mirinê an jî seqetbûna mayînde re rû bi rû ne. Her wiha hate diyar kirin ku nêzîkî nîv milyon emelyat, ji ber kêmasiyên cidî yên tibî hatine rawestandin.
Rewşa tenduristiyê li Xezayê gihîşt xalek pir krîtîk; nexweşxane ji kapasîteya xwe zêdetir dixebitin, bi kêmbûna sotemenî, pêdiviyên tibî û westandina personelên tenduristiyê re têdikoşe. Pêdiviyên ku dikevin herêmê tenê hi sedî 10’ê hewcedariyan pêk tînin û heta pêdiviyên tibî yên herî kêm jî mîsoger nakin.
Astengkirina alavên pêdiviyên tibî yên girîng, mîna binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî û Peymanên Cenevreyê tê dîtin. Tê destnîşan kirin ku ev yek polîtîkayek plansazkirî ku armanc dike bi awayekî pergalî pergala tenduristiyê qels bike û dermanan li dijî sivîlan mîna amûrek cezayê komî bikarbîne.