Li Xezayê pitikek din ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da

Li Xezayê ji ber sermaya zêde pitikê sê mehî ya bi navê Elî Ebû Zur jiyana xwe ji dest da. Bi mirina vê pitikê re, hejmara zarokên ku ji destpêka zivistanê ve li Zîvala Xezayê ji ber sermaya dijwar jiyana xwe ji dest dan bû 10.

Navenda Nûçeyan- Zîvala Xezayê pitikek din a Filistînî ji ber rewşa xirab a mirovên koçber ku di şert û mercên zivistanê yên bi sir û seqem de di konan de dijîn, jiyana xwe ji dest da. Gel li herêmê bi mehan e bi xirabûna rewşa mirovî û tenduristiyê re têdikoşe.

Li Xezayê, pitikek sê mehî ya bi navê Elî Ebû Zur ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Di konên penaberan de derfeta gerbûnê nîne, betanî û cil û bergên zivistanê jî netêrkêr e. Bi hezaran malbat ji ber şert û mercên hewayê di rewşekî zehmet de ne. Bi sed hezaran Filistînî, di konên bêparastin û xirab de dijîn; pergala tenduristiyê jî ji ber kêmbûna derman û pêdiviyan û qutbûna elektrîkê li ber hilweşînê ye.

Hişyariyên navneteweyî

Rêxistinên navneteweyî, hişyarî dabûn ku ji ber hewaya xirab, kêmbûna xurek, qirêjiya avê û nebûna xizmetên tenduristiyê wê mirina pitikên jidayikbûnê zêde bibe. Dorpêç û astengkirina amûrên alîkariyê, xetereyê hêj zêdetir dike.