Li Xezayê piştî agirbestê 100 jê zarok zêdetirê hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Komîserê Giştî yê UNRWA’yê, ragihand ku li Xezayê tundiya domdar a hêzên Îsraîlê, tevî agirbestê jî bûye sedema karesateke mirovî û 100 jê zarok zêdetirî hezar jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Gelê Xezayê, ji ber berdewamiya şer û binpêkirinên Îsraîlê bi encamên mirovî yên cidî re rûbirû ye û ev yek bi riya binpêkirina mafên sivîl û qanûnên navneteweyî dibe sedema mirina mirovên bêguneh.

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA), di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku li Xezayê tundiya domdar a hêzên Îsraîlê, tevî agirbestê jî bûye sedema karesatekî mirovî, 100 jê zarok zêdetirê hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Navenda Çapemeniyê ya Neteweyên Yekbûyî, rayedaran destnîşan kirine ku wateya agirbestê bêdengkirina çekan û peydakirina derfetek ji bo hewldanên bidawîkirina şer e û gelê Xezayê hêjayî agirbesteke rasteqîn e ku demek dirêj e li bendê ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî dijwariyên berdewam jî Neteweyên Yekbûyî û hevkarên mirovî li Xezayê hewldanên xwe ji bo rizgarkirina mirovan û dabînkirina pêdiviyên bingehîn zêde dikin.

Operasyonên leşkerî yên li Xezayê, jin û zarok jî di nav de bûne sedema mirina bi hezaran mirovan û birîndarbûnê. Ji ber ku berdewamiya bombebaran û şer binesazî hilweşiyaye, qeyrana xurek, derman û avê kûrtir bûye û gel di bin şert û mercên mirovî yên pir dijwar de dijî.

Her wiha raporên NY’ê, piştrast dikin ku windahiyên mirovî û madî gihîştine astên nayên tehemulkirin, sivîl komên ku herî zêde di vî şerî de bi bandor dibin û ji bilî bêparbûna xizmetên dermankirin û tenduristiyê, bi koçberiya girseyî û bêwariyê re rû bi rû ne.