Li Xezayê metirsiyeke din: Zêdetirî 60 milyon ton kavil hene

Serokê Rêveber ê UNOPS’ê yê BM’ê ku serdana Xezayê kir, diyar kir ku paqijkirina zêdetirî 60 milyon ton kavil wê zêdetirî 7 salan bidome û bal kişand ser metirsiyên ku dibe pêk bê.

Navenda Nûçeyan – Rêveberê Îcrayî yê Ofîsa Karûbarên Projeyan a Neteweyên Yekbûyî (UNOPS) Jorge Moreira da Silva, ragihand ku li Xezayê zêdetirî 60 milyon ton kavil hene. Jorge Moreira da Silva diyar kir ku paqijkirina van kavilan wê zêdetirî 7 salan bidome.

‘Pêdiviya cihên ewle heye’

Jorge Moreira da Silva got ku li herêma ku bi êrişên Îsraîlê hatiye wêrankirin, ji bo 2 milyon mirovên li wir bigihîjin vejînê û karûbarên bingehîn dîsa bên peydakirin, bi lez pêdiviya stargehên ewle, sotemeniyê û paqijkirina kavilan heye.

‘Paqijkirina kavilan dikare 7 salan bidome’

Jorge Moreira da Silva ku diyar kir li Xezayê zêdetirî 60 milyon ton kavil hene, got: “Ev mîqdar bi kapasîteya nêzîkî 3 hezar keştiyên konteyneran re têkil e. Îro li Xezayê her mirov bi navînî di nav 30 ton kavilan de dijî. Paqijkirina vê kavilê dikare zêdetirî 7 salan bidome.”

Jorge Moreira da Silva got: “Zarokên ku sê sal in neçûne dibistanê, di metirsiya ku bibin nifşek winda de ne” û diyar kir ku ji bo vejîna zû û avakirina ji nû ve li Xezayê û Xerca Rojava ya di bin dagirkeriyê de, bi giştî li axa Filistînê ya dagirkirî, nêzîkî 53,2 milyar dolar pêdivî heye.

Jorge Moreira da Silva diyar kir ku di sê salên pêşîn de bi lez pêdiviya 20 milyar dolarê vê pereyê heye.

‘Li Xezayê ji sedî 80’ê zêdetir binesazî tune bû’

Jorge Moreira da Silva got: “Li Xezayê ji sedî 80’ê zêdetir binesazî tune bû. Mirov di şertên nemirovane de dijîn.” Jorge Moreira da Silva diyar kir ku konên ku Xezayî tê de dimînin li hemberî hewaya giran berxwedêr nînin. Jorge Moreira da Silva destnîşan kir ku divê bi kêmani avahiyên mayî bên kontrolkirin ka saxlem in yan na û mirov bên bicîhkirin di van avahiyan de. Ji bo vê yekê pêdiviya paqijkirina cebilxaneyên neteqiyayî û kapasîteya teknîkî ya wekî makîneyên avahîsaziyê yên giran heye.

Tenduristiyê tehdîd dike

Jorge Moreira da Silva got: “Li cîhanê di qadekê ewqas biçûk de pîvana kavilê ya bi vî awayî tune ye” û bal kişand ku di nav kavilan de kîmyasalên zirarê didin tenduristiyê yên wekî asbestê û bermayiyên mirovî jî hene.

Jorge Moreira da Silva bersiva pirsên rojnamegeran ên li ser astengiyên di ketina tiştên zivistanê de û di belavkirina wan de da û got ku divê hemû korîdorên ku ber bi Xezayê ve vedibin, di nav de yên li ser sînorê Urdunê, bên vekirin û rêyên di hundirê Xezayê de bên xebitandin.

Alîkarî tên astengkirin

Jorge Moreira da Silva ragihand ku li herêmê 10 depoyên UNOPS’ê hene ku tiştên alîkariya mirovahî lê hene û bal kişand ku operasyonên alîkariya mirovahî yên ber bi Xezayê ve ji van depoyan têne astengkirin. Got: “Hejmara qutî û paletên ku li van 10 depoyan li benda ne, bi nêzîkî 10 hezar kamyonan re têkil e. Depoyên ku min serdana wan kir, bi tiştên ku di çend hefteyan de wê neyên bikaranîn tije ne.”