‘Li Xezayê jiyana bi hezaran jinên ducanî di bin metirsiyê de ye’

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), di rapora xwe ya dawî de ragihand ku li Zîvala Xezayê nêzîkî 55 hezar jinên ducanî, ji ber şerê berdewam û dorpêça tê pêkanîn bi şert û mercên tenduristî û mirovî yên xirab re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan – Jinên ducanî yên li Xezayê, di nava pirsgirêka lênêrîna tibî û pêdiviyên bingehîn ên cidî bi şert û mercên tenduristî û mirovî yên xirab re rû bi rû ne. Zêdetirî 11 hezar jinên ducanî di bin dorpêça berdewam de bi pirsgirêka cidî ya kêmbûna xurekê ku gef him jiyana wan û him jî zarokên wan dixwo re bi rû bi rû ne.

Li gorî rapora UNFPA’yê, tê payîn di nava çend hefteyên pêşiya me de bi hezaran jin biwelîdin. Di nava van de 55 hezar jinên ducanî yên li Zîvala Xezayê jî cih digre. Ev jinan, ji ber pirsgirêka cidî ya pêdiviyên tibî, qerebalixiya li beşa welîdinê û kêmbûna personelên tenduristiyê yên xizmetê bikin, bi şert û mercên tenduristî û mirovî yên xirab re rû bi rû ne.

Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku nêzî 11 hezar jin di bin xetereya birçîbûn û kêmbûna xurekê ya cidî de ne û di dema ducanî û welîdinê de him jiyana wan û him jî pitikên wan rastî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê tê.

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), destnîşan kir ku berdewambûna qedexeya ketina alîkariya xurek û tibî ya ji bo Xezayê, wê qeyrana mirovî girantir dike û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo mîosgerkirina pêdiviyên jinên ducanî û mîosgerkirina girtina lênerîna tibî û xurekê ya jinên ducanî û zarokên wan mudaxeleyek lezgin bikin.

Li Zîvala Xezayê ku êrîşên dijwar ên artêşa Îsraîlê didome û qeyrana mirovî her ku diçe kurtir dibe, rêjeyên birçîbûn û kêmbûna xurekê digihîje astên ku gef li jiyanê dixwo. Rêxistinên navneteweyî, hişyarî didin xetereyên ku bi deh hezaran jin û zarokên hewceyê dermankirin û xizmetên tenduristiyê re rû bi rû ne, xirabtir dibe.