Li Xezayê jinên ku barê jiyanê hildigirin li dijî zihniyeta mêran jî têdikoşin

Li Xezaya ku di bin dorpêç û bombebaran de ye, jinên ku hemû barê jiyanê hildigirin li dijî zexta civakî ya ku ji hêla mêran ve serdest e jî têdikoşin. Hin jin ji ber sedemên aborî, hin jî ji bo ‘ceza’ be bi darê zorê tên zewicandin.

REFIF ÎSLÎM

Xeza – Êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha didomin. Şer krîzên civakî û aborî kûrtir kir û rê li ber derketina pêkanînên ku berê nehatibûn dîtin, vekir. Yek ji vana jî, zewaca keçên ciwan a bi astengdarên derûnî re ye. Ev zewac carinan ji bo lêgerîna aramiya civakî û carinan jî ji bo xilasbûna ji barên darayî pêk tên. Lê belê, rehên vê rewşê vedigerin dûr û dirêj û em dîsa û dîsa rastî wê tên.

Yek ji van jinan, jineke ciwan a bi navê Ö.M. ku li Xezzeyê dijî, ji ber ku hevalek hebû ji aliyê bavê xwe ve hate cezakirin û bi kesekî ku ne xwedî şiyana qanûnî bû re zewicî.

Bavê wê ji bo keça xwe "neexlaqî" dît ku bixwaze bi kesekî/ê ku ew dixwaze bizewice û wê bi kesekî/ê ku ne xwedî şiyana qanûnî ye re zewicand. Dema ku roja dawetê hat û Ö.M. red kir ku cilê bûka xwe li xwe bike, bavê wê bi tiştekî tûj ew birîndar kir û neçar kir ku zewacê qebûl bike. Ji ber bandorên şer, diya zavê Ö.M. ji malê derxist; jina ciwan dest bi têkoşîna jiyana bi tena serê xwe û du zarokên xwe kir.

Jineke din a ciwan S.L., bi zilamekî re zewicî bû ku jê re hatibû gotin ku ji malbateke baş û ji aliyê darayî ve dewlemend e. Lêbelê, piştî zewacê, wê fêr bû ku mêrê wê ne xwediyê şiyana qanûnî ye û dixwest zewaca xwe bi dawî bike, lê malbata wê destûr neda.

Her çend ew niha zehmetiyên darayî nakşîne jî, ew hîs dike ku jiyana wê ne temam bûye û dixwaze di zûtirîn dem de dawî li vê zewacê bîne.

Xizanî û nebûna kontrola yasayî sedemên sereke ne

Lêkolînera hiqûqî Aliye Nassar dibêje ku rewşa aborî û civakî ya xirabtir piştî şer hişt ku hin malbat keçên xwe bi astengdarên derûnî re bizewicînin. Sedema sereke bi gelemperî xizanî, xwesteka dabînkirina stargehê, an jî fikra ewlekirina pêşeroja keçikê ye. Ew belavbûna zewacên bi vî rengî bi kontrola lawaz a qanûnî ve girê dide.

Aliye Nassar tekez dike ku Destûra Bingehîn a Filîstînê (2003) destnîşan dike ku divê rûmeta mirovan were parastin û azadiyên bingehîn werin mîsogerkirin û ji ber vê yekê zewaca bi zorê li dijî van prensîban e. Her wiha, Qanûna Rewşa Kesane ya Filîstînê ya 1954’an destûrê dide jinên temenbiçûk an seqet ku bi destûra dê û bav an parêzvanên xwe bizewicin. Ev dikare wekî cureyek "tundûtûjiya qanûnî" were hesibandin, bi taybetî jî di rewşên ku jin razîbûna xwe ya eşkere nade de.

Aliye Nassar behsa derbasdariya olî ya zewacên bi zorê kir û got: “Zewacên ku bi zorê an xapandinê têne çêkirin wekî nederbasdar têne hesibandin û li gorî qanûna 1954’an, zewacên kesên ku rewşa wan a derûnî ne aram e tenê bi erêkirina dadgerekî û ji bo berjewendiyên aliyan, dikarin werin kirin. Ev çarçoveya yasayî dibêje ku dadgeh mecbûr in lêkolîn bikin ka gelo alî ji bo zewacê guncaw in û divê ev rewş bi belgeyan were îspatkirin. Ew bi bîr tîne ku Lijneya Dadgerî ya Bilind jî belavok derxistiye û diyar kiriye ku divê bi taybetî di zewacên bi kesên ku ji hêla derûnî an psîkolojîk ve seqet in re tên kirin de baldar bin.”

Aliye Nassar her wiha behsa mafên jinan kir û tekez kir ku mafê jinan heye ku daxwaza mehrê (bihayê zewacê) û nefeqê bikin, ger ku mêr ne xwediyê şiyanê be, ev daxwaz dikarin ji weliyê wî re werin kirin û ger weliyê wî nefeqê nede, mafê jinê heye ku dozê veke. Dibêje ku ger zarokek ji zewacê bê dinyayê, dayîk dikare welayeta zarokan bixwaze û ger bav bêkêr be, ev maf bi gelemperî ji dayîkê re tê dayîn.

Pêşniyarên ji bo parastina jinan

Aliye Nassar dibêje ku zewacên bi zorê yên bi astengdarên derûnî re, li dijî mafên jinan û mafên mirovan in û divê wekî celebek "tundûtûjiya qanûnî" werin dîtin. Di dawiyê de, destnîşan dike ku pêwîst e kampanyayên hişyariyê li ser xetereyên zewacên bi vî rengî, mafên yasayî yên jinan û pêvajoyên dozê zêde bibin û girîngiya gihandina berfirehtir a dorhêlên Encumena Dadgerî ya Şerîetê ya Bilind ji bo raya giştî were zêdekirin. Her wiha tê gotin ku divê qanûnên têkildar li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan werin danîn û peymanên zewacê yên bi astengdarên derûnî re hatine çêkirin, divê di bin çavdêriyek zêdetir bin.