Li Xezayê ji jinan kampanya: Mafên xwe bernede
Li Xezayê jin bi kampanyaya ‘Mafên xwe bernede’ ji bo mafên jin û zarokan têdikoşin. Kordînatora kampanyayê Rawan Abu Asr got: “Heta kampanya bi encam be dê berdewam bike da ku dengê jinan bighêje her derê.”
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Li Şerîda Xezayê Komeleya Ajyal-Nifş ji bo jinên hevberdanê kirine û guhertina zagona mafê malbatê a maddeya 118 di 1’ê Tebaxê de kampanyayek bi navê ‘Mafê xwe bernede’ dan destpêkirin. Komele bi vê hemleyê dixwaze ji bo mafê jinên hevberdayî yên ku ji bo velayetên zarokên xwe têdikoşin, biparêzin di nav çalakiyan de ne.
Kordînatora hemleyê Rawan Abu Asr ya derbarê pêşdeçûna kampanyayê axivî, destnîşan kir ku armanca sereke ya vê hemleyê li Şirîda Xezayê guhertina zagona bi madeya 118’an e ku mafê velayetê ji bo jinên hevberdanê kirine nas nake.
‘Hemleya me ji bo mafê jin û zarokan e’
Rawan Abu Asr di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji bo mafên jinan û pêdiviyên zarokan di hawîrdoreke ewlekar de bê misogerkirin zêdekirina temenê zarokên û guhertina zagonan girîng e û wiha gotinê xwe domand: “Ev hemle yekem çalakiyên me ne, ji bo ku em êşên jinên hevberdayî li dadgehan dikişînin û zextên dema zarokan ji dest dayîkan digirin kêm bikin hate destpêkirin. Em dixwazin hawîdoreke dadwer ji dayîkan re peyda bikin da ku bi hêza serxwebûnê û ewlekariyê hîs bikin û ji bo zarok di civakê de aktîf û bi hêz bin hezkirina dayîkên xwe werbigirin piştgiriya derûnî pêwîst bibînin. Eger piştgiriyek ji bo hemleya me hebe, dê endamên encûmenê bikarbin helwesta xwe raghînin û daxwaza guhertina zagonê bikin.”
‘Jin li dadgehan de rastî astengiyan tên’
Rawan Abu Asr da diyarkirin ku jinên hevberdayî astengiyên zagonî, civakî, aborî û derûnî dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dadgehan de pereyên zêde ji bo gilî yê dixwazin û di encamê de jin mafên xwe nagirin. Hin parêzer ji nêzîkatiya jinên hevberdayî a darayî û axlaqî ji bo xwe bikartînin û pir caran jin rastî destdirêjiyê jî tê.
Ji ber xirabûna rewşên aborî û civakî yên jinên hevberdayî dihêle mêr doza zarokan bidest bixin. Jinên hevberdayî diyar dikin ku nêrîna civakê li ser van bandor dike û azadiya wan sînordar dike û tevgerên wan tên şopandin weke lekeyekê li ser malbatê dihêlin, her wiha ew jin rastî zextan duqatî tên, mêr û malbat dayik li pêş zarokan reş dikin ji bo dest ji dayîkên xwe berdin.”
‘Heya dengê jinan bigihêje her derê dê hemle berdevam bike’
Rawan Abu Asr di dawiya gotinên xwe de bilêv kir ku da zanîn ku divê jin bên parastin û tevna civakî bê xurtkirin her wiha divê însyatîfa parêzeran hebe ku dozên dadgehan bişopînin û wiha lê zêde kir: “Girîng e jin di warê aborî de bên xurtkirin, derfetên jiyanî baş ji bo jinan û zarokan di hawîrdoreke ewle, jiyaneke rûmet bê zordarî bê misogerkirin. Hemle dê zexta xwe li ser biryardaran berdewam bike da ku dengê jinên bindest bighêje her derê û daxwazên jinan pêk bên. Hemle di 1’ê Tebaxê de destpêkir û tê payîn dê zêdetirî salekê dirêj bike da ku em hîpotezan û dadweriyê pêkbînin û çareseriya parastina jinan domdar peyda bikin.”