Li Xezayê her tiştek ku bilive dibe hedef

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bê navber didomin de herî kêm 140 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûn. Îsraîla ku hişyariya valakirina Xezayê kir, diyar kir ku her tiştek ku bilive dê bike hedef.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha didomin. Bi serdana serokê Emrîkayê Donald Trump a li Rojhilata Navîn jî, êrîş dijwartir bûn.

Îsraîl, di êrîşan de cihên bicihbûnê, cihên sivîl lê kom dibin û konên ku kesên ji cihên xwe bûne, dike hedef. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê ku ji herêmê hatine; Îsraîl li taxa Es- Saftavi ya li bakûrê Xezayê ye, komek Filistînî kirine hedef. Di êrîşê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde ya kesan bi giranî birîndar bûn. Duh ji saetên sibehê heta niha li Xezayê herî kêm 140 kesan jiyana xwe ji dest dan, jin û zarok jî di nav de bi dehan kes jî birîndar bûn. 

Nexweşxane di bin êrîşan de ye

Îsraîl li bakurê Xezayê bi taybetî êrîşên xwe yên li dijî nexweşxaneyan didomîne. Nexweşxaneya Endonezya piştî êrîşên balefirên bê mirov (ÎHA) bi tanq û dozeran hat dorpêçkirin. Midûrê giştî yê Wezareta Tenduristiyê Munir el-Burş ragihand ku di encama dorpêça bi tanq û dozeran û gulebarandinê de hinek nexweş birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber dorpêçê nexweş û personelên tenduristiyê di şertên xeter de dijîn. Ji bo parastina nexweş, birîndar û xebatkarên tenduristiyê banga mudaxeleya acîl li civaka navnetewî hat kirin. 

Nexweşxaneya El-Avde xisarên giran dît

Di daxuyaniya ku ji aliyê Midurê nexweşxaneya El-Avde Muhammed Saliha ve hatiye dayîn de hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê bişev li derdora nexweşxaneyê 10 mal kirin hedef. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bombeyên bi bandor ên di êrîş de hatine bikaranîn li derdorê xala hedefê rê li ber texrîbatê vekiriye û wiha got: “Hemû beşên nexweşxaneya El-Avde ji bombardûmanê zirar dîtine. Pergala tibî ya gazê, xetên av û kehrebeyê, di heman demê de derî û pencere û tewan taxrîb bûne.” Muhammed Saliha ragihand ku li herêma Tel ez- Zater ku nexweşxaneya El- Avde lê ye, ji ber êrîşên dijwar ku ji saetên şevê heta saetên rojê berdewam kirî de dibin şertên gelek xeter de zêdeyî 46 birîndar û 8 cenaze qebûl kirine.

Hişyariya tahliyeyê li Zîvala Xezayê

Artêşa Îsraîlê ji bo hemwelatiyên li tax û 7 herêmên bajarê Deyr el- Belah û Xan Yunus ku li beşa navend û başûrê Zîvala Xezayê ye, ji bo amadekariyên êrîşê di mijara valakirina bi darê zorê de hişyarî da.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê artêşê ve hatiye dayîn de ev tişt hatin gotin: “Ji bo hemwelatiyên li Zivala Xezayê dijîn, herêma el-Karara (Han Yunus), şaredariya es-Salka (Deyr el-Belah), başûrê Deyr el-Balah û el-Caferavi, Es-Suvar û Ebu Hadab (Deyr el-Balah) û es-Satar'da (Han Yunus)...ev hişyariya dawî ya beriya êrîşê ye.”

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku koçî herêmên weke el-Mevasî tê zanîn ku li beşa Zîvala Xezayê wek herêma ‘mirovî’ hatiye komkirin, bikin. Artêşê got ku: “Her herêma ku roket jê bê avêtin, emê bi dijwarî êrîş bikin.”