Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 922

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zîvala Xezayê pêk anîn de di 24 saetên dawî de 76 kes jiyana xwe ji dest dane û derket 43 hezar û 922’an.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî zîvala Xezayê bênavber didomîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyaniyeke nivîskî da û der barê êrîşên ku 409 roj in berdewam dikin de agahî parve kir.

Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di "4 qetlîamên" ku Îsraîlê li gelek deverên Xezayê pêk anî de 76 kesan jiyana xwe ji dest dan û 158 kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 43 hezar û 922’an û hejmara birîndaran jî derket 103 hezar û 898’an.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlî, tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sîvîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.