Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 41 hezar û 226

Li Xezaya ku Îsraîlê ev 346 roj in êrîşên xwe didomîne hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 41 hezar û 226. Li Xezayê rojnamegerek din jî hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê daxuyaniyeke nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên 346 rojan ên li ser Zîvala Xezayê de agahî da. Hat diyarkirin ku Îsraîlê di 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê "3 qetlîam" kir û di van êrîşan de 20 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 76 Filistînî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir ve li ser Zîvala Xezayê hatin kirin de hejmara miriyan bûye 41 hezar û 226 û hejmara birîndaran jî bûye 95 hezar û 413.

Rojnamegerek din hat qetilkirin

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Hikûmetê ya li Xezayê ve hat dayîn de hat parvekirin ku rojnamevan Abdullah Şekşek di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezayê de jiyana xwe ji dest daye. Di nûçeya di çapemeniya Filistînê de hat weşandin de hat diyarkirin ku rojnamevan Abdullah Şeksek dema ku balafireke bêmirov a artêşa Îsraîlê li bajarê Refahê yê li başûrê Zîvala Xezayê gulebaran kir jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin li Zîvala Xezayê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve di bin êrîşên Îsraîlê de ye hejmara rojnamegerên hatin qetilkirin derket 173’yan.