Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 51 hezar û 201
Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê didomin. Hejmara kesên li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 51 hezar û 201.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin.
Îsraîlê li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê li dijî konên kesên ji cihên xwe bûne û malên sivîlan êrîşên dijwar pêk anî. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê li herêmê û şahidan, balafirên şer ên Îsraîlê, li kampa koçberan a Nusayratê ku di beşa navenda Zîvala Xezayê de cih digre êrîşî mala malbata ‘Dervîş’ kir. Di vê êrîşê de di nav de jin û zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Ji aliyê wesayîdên leşkerî yên Îsraîlê ve rojhilatê kampa koçberan a Megazî bi giranî hate topbarankirin. Îsraîlê bi balafirên bê mirov (ÎHA) li herêmên Mevasî ya Rojavayê Xan Yunusê êrîşî konên Filistîniyên ku ji cihên xwe bûne kir û di encama vê êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li herêma El- Ferahîn li bajarokê Abesan El-Kebîra ya Xan Yunusê êrîşa hewayî li dijî malek pêk aniye. Der barê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne de agahî nehatin girtin.
Di heman demê de li herêma kontrola gumrukê ya li Rojhilatê Xan Yunusê malek hat hedefgirtin, di wê êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bû. Di êrîşa li ser mala malbata ‘Akkad’ a li taxa El-Menara ya bajar de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa ku herêma Mevasî ya bakur û rojhilatê bajarê Refahê kir hedef de Filistîniyek jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa li herêma Kef Sufa ya rojhilatê bajar de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li dijî bakurê Xezayê êrîş
Hat destnîşankirin ku li bakurê Xezayê li dijî taxa Şucaiye ya li rojhilatê bajar sivîl hatin hedefgirtin. Di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarê Xezayê, li bakur avahiyên sivîlan bi teqemeniyê hatin teqandin. Di êrîşa hewayî ya li dijî cadeya En-Nahil a li taxa Et- Tuffah a li bakur û rojhilatê bajarê Xezayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li başûr rojhilatê bajar, di êrîşa cadeya newal a Arayis a li taza Zeytun de zilamek û zaroka xwe jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de yekîneyên topan ên Îsraîlê êrîşê li dijî Beyt Lahiye pêk anîn. Di êrîşê de Filistîniyek jiyana xwe ji dest da.
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 51 hezar û 201
Li aliyê din di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Wezareta Tenduristiya li Xezayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di nava 24 saetan de 44 cenaze û 145 birîndar anîne nexweşxaneyên li Xezayê. Îsraîlê li Xezayê piştî ku agirbesta 19’ê Çileyê xirab kir, ji 18’ê Adarê ve heta niha êrîşên li dijî Xezayê didomîne. Di van êrîşan de 827 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 4 hezar û 828 Filistînî birîndar bûne.
Li Zîvala Xezayê hejmara kesên ji roja 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 51 hezar û 201, hejmara birîndaran jî bû 116 hezar û 826’an. Di heman demê de hat diyarkirin ku hê li Zîvala Xezayê bi hezaran cenazeyên ku li bendê ne ji bin xirbeyan werin derxistin hene.