Li Xezayê dîtina nan ji şer girîngtir bûye
Semar Yesîn a digel hemû tengasiyan jî li Xezayê hewl dide li ser piyan bimîne, da zanîn ku bi girtina deriyên nanpêjan re jiyan dijwartir bûye û got ku "Peydakirina pariyek nan li Xezayê ji şer girîngtir bûye."

NEXEM KERACÊ
Xeza – Heta demên dawî, firûn ji bo gelek malbatên li Zîvala Xezayê bibûn xelekek jiyanê. Ard û sotemenî ji wan re dihat peydakirin da ku beşek ji alîkariyên mirovî pêşkêşî miletê bikin. Ji ber têkçûna rewşa aboriyê ya miletê, nan bi rêjeyên sembolîk dihat firotin. Bi girtina deriyên firûnan re ne tenê hilberên nan rawestiya, tevahî pergala alîkariyê ya ku piştgirî da bi sedhezaran malbatan û barê buhabûnê sivik dikir jî, hilweşiya.
Deriyên firûnên li Xezayê hatin girtin
Bêhna nan li Xezayê ne wekî berê bû. Ji ber ku firûnên bakur û başûrê Xezayê ku piştevanî ji Bernameya Xwerinê ya Cîhanî digirtin, di dawiya meha Adarê de deriyên xwe girtin. Taybetmendiyên sibehan hatin guhertin û dîtina jinên ku êzingan hildigirin û li ard digerin, bûye taybetmendiya herî berbiçav li kolanên bajarê birçî.
Bi rawestandina nanpêjan re jiyan dijwartir dibe
Semar Yesîna ku 31 salî ye diyar kir piştî ku firûn rawestandine, jiyan dijwartir bûye û wiha got: "Çend meh berê min karîbû ji firûna nêzîk nan bi rêjeyek erzan bikirim. Ji derdê hevîrkirinê, pêxistina agir û lêgerîna rojane, li dar û naylonê min xwe xilas kiribû. Niha ev hûrgilî bûne barekî berdewam û her sibeh dubare dibe. Beriya du salan hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Ji destpêka şer û vir ve, bi tenê ji xwedîkirina du zarokên xwe ku yek ji wan hê jî ne heşt salî ye, berpirsiyar bûm. Zarokê min niha barê malbatê bi min re hildigire. Ew êzing û naylonan kom dike da ku em bikaribin nan çêkin."
'Em derfetên jiyanê daxwaz dikin'
Semar Yasîn da zanîn ku tiştê niha diqewime tenê kêmbûna ard nîne, kêmasiyên qutbûna ji rûmetê ye jî. Semar ragihand ku ew bi seatan ji bo darek bînin di nav lêgerînê de dimînin û wiha axivî: "Gelek jinan dest bi peydakirina riyên jiyanê kirine. Di kuçeyan de sobeyên ji bo nan çêkirinê danîne û nan bi rêjeyên ku tenê debara xwe pê bikin, difroşin. Em tiştekî naxwazin, tenê derfetên jiyanê ji me re bên dayîn bes e. Birçîbûn ne peyveke ku ji bo madayê tê bikaranîn e. Ew rastiyeke ku em pê re rûbirû dijîn e jî. Ger ku alîkarî wiha dereng bighên gel, bi demê re wê felaketên mezin bên jiyîn û em ê bibin şahidê jiyanek ji ya niha dijwartir."
Îro nan bûye şerek dijwar ji bo jinên Xezayê
Li Xezayê ne tenê şer, detayên jiyana rojane jî jinan ditirsîne. Dema ku dayîk her sibe ji xew radibin, bi hêviya ar peyda bikin da ku rojek din bidome, roja wan ji ber agirê daran û dûmana sobeyên seretayî dihele. Nanek ku berê wateya herî hêsan a jiyanê bû, îro bûye şerekî dijwar ku jin bi berxwedaneke kêm li ber xwe didin. Her cara ku di çêkirina wê de bi ser dikevin, careke din jin diyar dikin ku mayîna li Xezayê ne tenê biryarek e, destanek mirovî ye ku her roj tê nivîsandin.