Li Xezayê di nava dorpêç û nexweşiyan de şewb belav dibe
Saziyên alîkariya tibî yên li Xezayê, diyar kir ku bi hezaran kesên ji cihên xwe bûne, bi xetera belavbûna nexweşiya Leptospîroz re rûbirû ne ku di encama ava bi îdrara mişkan qirêj bûye çêbûye. Di nava kampan de rewş her diçe girantir dibe.
Navenda Nûçeyan – Li Zîvala Xezayê, tevî sekna şerên qirkirinê, şertên jiyanê wekî tê xwestin baş nebin. Îsraîl ji berpirsyariya xwe ya di peymanan de direve.
Midurê Komeleya Alîkariya Tibî ya Xezayê, di daxuyaniya îro de, diyar kir ku rewşa tenduristiyê bi taybetî di aliyê nexweşên ku pêwistiya wan bi dermanên lezgîn heye de, di krîzek cidî re derbas dibe. Kesên nexweşên kronîk, penceşêrê û êşên rojane dikşînin, rewşekî zor a mirovî dijîn.
Rayedar bal kişand ser şertên mirovî di beşa dorpêçê de û da zanîn ku tiştên tê jiyîn ‘sûcekî mezin ê mirovî’ ye. Anî ziman ku destekdayîna Mafên Mirovan a Cîhanê û Hiqûqa Navneteweyî, girîng e û ji bo hemû kes bikaribe bigihîje xizmetên tenduristiyê divê hewldanan bikin.
Nexweşiyên ku jiyana bi hezaran kesên ji cihên bûne dixe xeterê
Welatiyên Zîvala Xezayê, di qadeke ku xela her diçe kûr dibe û di bin dorpêçê de têkoşîna jiyanê didin, kesên ji cihên xwe bûne û di konên qerebalix de dijîn, rûbirûyî xeteriya nexweşiya leptospiroz (Leptospirosis) ku ji ber zêdebûna mişkan û bi îdrara wan derketiye.
Nexweşî di şertên giran ên jiyanê de derdikeve. Kamp ji kesên ji cihên xwe bûne tije bûne, destketina ava paqij kêm dibe û hema bibêje xizmetên bigehîn ên tenduristiyê tunene. Ev rewş, rê li ber nexweşiyên din vedike.
Berpirsê alîkariya tibî ya li Xezayê, eşkere kir ku piştî 5 bûyerên nexweşiya Leptospirosis hatin piştrastkirin, ji vana hê 4 jê di lênêrîna awarte de ne, li dijî belavbûna nexweşiyê di nava kesên ji cihên xwe bûne hişyarî da. Di felaketa lehiyê ku meha borî çêbû de, mişkên enfekte, bi îdrara xwe ketin nava ava ku tê, ev jî li ser çerm birîn û bi riya qelşan, digihîje jin, zarok û extiyaran.
Nîşaneyên sereke yên vê nexweşiyê, herareta zêde, êşên hestî, konjonktivîta çav in. Dema nexweşî giran dibin di çerm de zerbûn tê dîtin. Nexweşî ji mirovan digihîje mirovan. Lê belê şertên hawirdor ên Xezayê, bi taybetî zêdebûna mişkan, ava kenalîzasyonan têkelî ava baranê bûye. Ji ber bûyera lehiyê, di astek jor de bûye xeter.