Li Xezayê di nav jinên ducanî de anemî zêde bû
Li gor daxuyaniya dawî ya derbarê rewşa tenduristiya li Xezayê de, rêjeya kêmasiya xwînê (anemiyê) ya di nav jinên ducanî de, ji sedî 55 zêde bûye û bûyerên kurtajê gihîştine nêzîkî ji sedî 47’an.
Navenda Nûçeyan – Tevî agirbestê jî, êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dikin. Ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê, sîstema tenduristiyê ya li herêmê, gihîştiye asta hilweşînê.
Serokê Beşa Pediatrîkê li Kompleksa Bijîşkî ya Nasserê Dr. Ehmed el-Farra, derbarê rewşê de daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê hejmara zarokên ku bi nexweşiya mîrkutok ketine, gihîştiye 10 hezarî.
Daxuyaniyê îhtîmala zêdebûna bêtir a bûyeran a di serdema pêş de, destnîşan kir. Di heman demê de, hate ragihandin ku zarokek 2 salî ku ji ber tevliheviyên bi nexweşiyê ve girêdayî bû, miriye. Dr. Ehmed el-Farra destnîşan kir ku nekarîna gihandina aşiya mîrkutok bo Zîvala Xezayê, digel xirabûna şert û mercên jiyanê yên zarokan, xetera encamên kujer ên nexweşiyê zêde dike.
Astengkirina alîkariyên mirovî û sotemeniyê
Hate diyarkirin ku qerebalixiya giran a li stargehan - ku bi sed hezaran kes ji ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê li wir penaber bûne - digel kêmbûna derman û pêdiviyên bijîşkî û astengiyên cidî yên xizmetên tenduristiyê, bûye sedema belavbûna bilez a nexweşiyên vegirtî.
Daxuyanî, balê dikişîne ser rêjeya kêmasiya xwînê (anemiyê) ya di nav jinên ducanî yên li Xezayê de. Diyar dike ku ev rêje, ji sedi 50 heta heta ji sedî 55 zêde bûye û destnîşan dike ku bûyerên kurtajê gihîştine nêzîkî ji sedî 47’an. Daxuyanî nîşan dide ku ev rewş asta krîza mirovî û tenduristiyê ya li herêmê eşkere dike.
Hat ragihandin ku astengkirina berfireh a ketina derman, pêdiviyên bijîşkî, sotemenî û alîkariyên mirovî bo Xezayê, -ji ber êrîşên Îsraîlê û dorpêça berdewam- sîstema tenduristiyê aniye ber hilweşînê û nexweşxane di peydakirina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn de jî tengasiyan dikşînin.