Li Xezayê di êrîşên Îsraîlê de 59 kes jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de di nava 24 saetên dawî de 59 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmar bi vî awayî derket 57 hezar û 882’an.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin. Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê, di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de di nava 24 saetên dawî de 59 kes jiyana xwe ji dest dane û 208 kes jî birîndar bûye.

Hat hînbûn ku hejmara miriyan gihiştiye 57 hezar û 882’an û ya birîndaran jî bûye 138 hezar û 95’an.