Li Xezayê di bin êrişan de çandiniyê dikin

Endezyara zîraetê û lêkolînera hawirdor û zanyariyên cih, Samar Ebu Safiye diyar kir ku çandinî ji bo jinan bûye terzê jiyanê û got: “Êdî tu jin avê îsraf nake. Berovajî bi rêbazên xwe avê bi kar tînin û avdaniyê dikin.”

RAFÎF SELIM

Xeza – Zîvala Xezayê bi gelek zoriyan re rûbirû ye. Tengkirina herêmên sînor ji aliyê hêzên Îsraîlê ve, bi faktorên weke kontrolkirina riya bîngehîn a çavkaniya ava binerd a Filistînê, îtxalata tovên hibrît û şer rewşê xirabtir kiriye.

Endezyara zîraetê û lêkolînera hawirdor û zanyariya cih Samar Ebu Safiye, diyar kir ku beriya êrîşan rewşa qada çandiniyê ya li Xezayê baş bû, nêzî nîvê xaka Xezayê (nêzî 170 km.) di çandinî û lawirvaniyê de hilberînek zêde hebû. Bi riya rêbazên sera û çandiniya vekirî bi taybetî di berhemên sebze de ji sedî 100 bes bûn, heta îxracat ji derve dikirin. Di berhemên fêkiyan de rêje gihîştibû ji sedî 70. Di hilberîna lawirvanî û berhemên şîr de bi taybetî di hinek ajalên weke mirîşk û yên koxikan gelek pêşketin hebû.

Lê belê li herêmên sînor ên Xezayê, zexta hêzên Îranê, zoriyên weke kontrola ava bingehîn û îtxalata tenê tovên hibrît ku Îsraîlê destûr daye hebûn. Ev tovên hibrît tenê carekê berhem dide û careke din ji hilberandinê re nabin.

Bandora êrîşan li ser jiyanê

Samar Ebu Safiye da zanîn ku beriya êrîşan li Xezayê eleqeyek mezin ji bo projeyên çandiniyê hebûye û wiha got: “Projeyên weke çandiniya hîdroponîk, baxçevaniya çatî, çandiniya awayê malê, lawirvanî û hilberînên alternatîf ên nebat ên weke alga hatine meşandin. Lê belê êrîşan li vê herêmê xebatên lêkolîn û pêşxistinê sekinand û çandiniyê ziyanek mezin dît. Di encamê de di qada çandiniyê de guherînek mezin çêbû. Çandiniya weke awayê malê ji bo jinan hat halê neçariyê. Jin ji bo zarokên xwe têr bikin, neçar man di malên xwe de sebzeyan biçînin, ji ber bihayê sebzeyan bi lezgînî zêde bû. Ev rewş bi taybetî bi dagirkirina bakurê Xezayê û qutbûna ji başûr xirabtir bû. Gelê bakur êdî ji hilberandina sebzeyên ji başûr sûdê nagire. Mînak beriya êrîşan kîloya firingiyan bi 0,5-1 dolar bû, niha bûye 25-30 dolar. Di heman demê de li yek ji herêma herî dawî li Xezayê ku hilberîna sebzeyan lê heye Xan Yunus jî dibe ku bikeve bin kontrola hêzên Îsraîlê. Ev rewş rê li ber tişteke wisa vedike ku gel bi temamî ji berhemên çandiniyê bêpar bimîne.”

‘Çavkaniyên binerd jî qirêj bûne’

Samar Ebu Safiye di berdewama axaftina xwe de wiha got: “80 ton bombe li Xezayê barandin, li ser eraziyên çandiniyê bandorên ku felaket in çêbûne. Ev ax beriya werin çandin pêwistî bi kar û barên bêhndanê heye. Çavkaniyên ava binerd jî wisa qirêj bûne ku demek dirêj dê paqij nebin. Paqijkirina vê qirêjiyê zor e, ji ber qirêjî gihîştiye kûrahiyê. Ji ber vê em pêşniyar dikin ku gel vê avê nevexwe, ava vexwarinê ji stasyonên avpalandinê bi dest bixin.”

‘Çareserî zêdekirina qadên şînahî ye’

Samar Ebu Safiye anî ziman ku ji bo kêmkirina guherîna avhewayê û germahiya kûrewî divê şer bisekinin û qadên şînahî zêde bibin û wiha got: “Zêdekirina qadên şînahî, yek ji riyên çareseriyê ye lê belê ji bo her nebat û her berhem bi awayekî bi tendurist mezin bibe divê şertên guncaw werin bicihanîn. Ev hem ji bo cotkaran, hem jî ji bo jinên malan derbasdar e. Di roja me de hatina werzan nêzî 15 rojan dereng dikeve, ev jî di çandiniyê de zoriyên cidî derdixe. Dema şitil di germahiyên zêde de tên çandin, bi taybetî dema di asta mezinbûna destpêkê de ye xwe li ber germahiya 35 dereceyan nagire. Ev rewş dibe sedema zerbûna pelan û hişkbûna wan.”

‘Ya bi xwe diçîne birçî namîne’

Samar Ebu Safiya destnîşan kir ku ji ber şer çandinî li Xezayê nemaye û got: “Li herêmê ne li ser xwarinê, ne jî li ser çavkaniyan serwerî nemaye. Tovên pêwist û çavkaniya ava pêwist nemaye. Ji ber vê ji bo çareseriya qirêjiya axê û ava binerd divê çavkanî bên kontrolkirin.”

Samar Ebu Safiye di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Êrîşan, bi taybetî girîngiya çandiniyê nîşanî  jinan dan. Êdî cihê baweriya ku wê hemû tiştî li bazarê bi erzanî bigrin, xwe ji ‘ya bi xwe diçîne birçî namîne’ re dihêle. Çandinî ji bo jinan hatiye halê terzê jiyanê. Bi heman awayî hişmendiya parastina çavkaniya avê jî bi pêş ket. Êdî tu jin avê îsraf nake. Berovajî bi rêbazên xwe avê careke din bi kar tînin û pê avdaniyê dikin.”