Li Xezayê derzî li 556 hezar û 774 zarokan dan

Hat ragihandin ku li Xezaya ku êrişên Îsraîlê lê didomin di doza duyemîn a kampanyaya derzîkirina felca zarokan de derzî li 556 hezar û 774 zarokên di bin temenê 10 salî de hatine xistin.

Navenda Nûçeyan - Îsraîl ji 2023’an û vir ve êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Di êrişan de jin û zarok dibin hedef, Filistînî nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bi dest bixin. Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal nivîsek parve kir, der barê bidawîbuna doza duyemîn a kampanyaya derzîlêdanê fencê daxuyanî da. Midûr diyar kir ku li bakurê Xezayê kanpanyaya derzîlêdana felcê duh bi dawî bûye û destnîşan kir ku di pevçûnên berdewam dikin de 83 hezar û 876 zarokan dermanê vîtamina a girtine.

Zarok hê jî bê parastin in

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li bakurê Xezayê ji sedî 88 rêjeya vakslêdanê derketiye. Dozên duyemîn ji bo zarokên di navbera 7 û 10 salî de hatin kirin. Zarok li hemberî felcê bê parastin in. Li Xezayê 556 hezar zarokên ji 10 salî biçûktir hene (Ji sedî 99 zarokên li Xezayê gihîştine) vê rewşa awarte. Di encama kanpanyayê de du doz girtin.” Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku xebatên ji bo gihîştina zêdetir zarokan wê bidomînin.