Li Xezayê bi hezaran kes di riya koçberiyê de ne

Zêdebûna koçberiya girseyî ya li bajarê Xezayê, di hefteya duyemîn de ye. Li herêmên Başûr rewşa mirovî ku şert û mercên herî bingehîn ên jiyanê kêm e, bi lez ber bi xirabiyê ve diçe.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Di rojên dawî de li Xezayê zêdebûna leşkerî ya berfireh heye. Artêşa Îsraîlê operasyonên hewayî û bejahî yên li ser bajarê Xezeyê û aliyên bakur ê herêmê zêde kir, avahiyên rûniştinê, mal û qadên ku sivîl lê zêde ne, hedef girt. Ev êrîş rê li ber hilweşandineke mezin vekir û rê li ber vekir ku gelbi girseyî koçberî herêmên başûr bibe.

Nûçegîhana ajansa me, ragihand ku koçberiya şêniyên bajarê Xezeyê dewam dike û diyar kir ku şert û mercên jiyanê yên li herêmên başur pir zor bûye. Herêmên li başûr ji pêwîstiyên herî bingehîn ên wekî kampên xwespartinê, tesîsên tenduristiye û çavkaniyên avê bêpar e.

Tevî bombebarana berdewam jî hînek şêniyên Xezayê naxwazin malên xwe biterikînin, bi şandina tîştên xwe yên kesî ji bo herêma başûr dixwazin heta kêliya dawî jî li malên xwe bimînin. Ev rewş berxwedana li dijî pêvaja bi zorê ji cih bûnê, nîşan dide.

Li aliyê din, hêzên Îsraîlê ji bo tahliyeya bajarê Xezayê fermanan dide û herêmên ku wekî “qadên mirovî yên bi ewle” tê binavkirin, diyar dike. Lê neqebûlkirina gel a koçberiyê, pêkanîna van planan zehmet dike. Ev rewş dike ku planên hêzên Îsraîlê ya tevgerkirina gel bi komî ber bi aliyê başûr ve berovajî dike.

25 Filîstînî jiyana xwe ji dest dan

Îro siharê ango roja 13’ê Îlona 2025’an Kolana El- Raşid ku yek ji rêyên herî bi ewle yên koçberan e, hate hedefgirtin. Hate diyarkirin ku gelek kes di encama êrîşê de birîndar bûye. Hate diyarkirin ku 25 Filîstînî jiyana xwe ji dest dane, 21 ji van ji bajarê Xezeyê û ji herêmên bakur in. 14 kesên mayî jî ji heman malbatê ne û di encama hedefgirtina malên xwe yên li bakur jiyana xwe ji dest dan. Komên parastinê ya sîvîl hîna jî xebatên xwe yên lêgerînê yên di bin kavilan de mane didomînin.

Her wiha avahiyên rûniştinê yên li Taxa Tel El-Hava, El-Rîmal ê li navenda bajêr û malên li Taxên El-Yarmouk hedef hat girtin. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku wesayîtên leşkerî êrîşî qadên ku sivîlan ji bo alîkariyê lê kom bûbûn kir û bi bikaranîna “robotên bombebarkirî” operasyonan li ser malan pêk anîne. Ev yek wekî stratejiya koçberkirina gel a bi zorê ber bi herêma başûr ve tê şîrovekirin.