Li Xezayê bi dehan mirî û koçberiya girseyî
Êrîşên bênavber ên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê, rê li ber mirina bi dehan mirovan û koçberiya girseyî vekir. Di êrîşên du salan de, hilweşîn û felaketa mirovî ku mînaka wê tune ye tê jiyîn.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin. Di êrîşa îro ya Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çavkaniyên tibî, 26 cenaze anîne nexweşxaneya Eş-Şifa. Miriyên din jî sewqî nexweşxaneyên Arap Ahlî, El-Awde û Nasser kirine.
Hêzên Îsraîlê operasyonên berfireh ên leşkerî ku hilweşîna kûleyên malên li Xeza digre nava xwe didomînin. Di nava du hefteyan de 20 kûle hatin tinekirin. Li gorî texmînan, tenê ji destpêka meha Îlonê ve, 350 hezar kesan ji bajar koç kirine, li beramberî vê jî nêzî 600 hezar sivîl hê li bajar in.
Asta hilweşînê nayê xeyalkirin
Li aliyê din ajansa UNRWA’yê, diyar kir ku hejmara kesên ji cihên xwe bûne gihîştiye 1,9 milyonan û êşa tê kişandin û hilweşîn nayê xeyalkirin. Ajansê bang kir ku agirbesteke nû çêbibe.
Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha li dijî Zîvala Xezayê daye destpêkirin de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 65 hezar û 208’an, hejmara birîndaran jî bû 166 hezar û 271’ê. Piraniya wan kesan jin û zarok in di xwegihandina cenazeyên di bin xirbeyan de zoriyên mezin tên kişandin.
Hêzên Îsraîlê ji duh serê sibehê ve heta niha êrîşên nû li dijî bajarê Xezayê didomîne. Di êrîşên ku bi teqemeniyan avahî dibin hedef de, li gorî çavkaniyên çapameniya Filistînê zêdeyî 90 kesan jiyana xwe ji dest dane.