Li Xezayê avahiyek hilweşiya bi dehan kes di bin kevilan de man
Li bajarê Xezayê, avahiyeke şeş qat ku ji ber êrîşan zirar dîtibû, çend malbat lê bi cih bûbûn vê sibehê hilweşiya. Di encamê de bi dehan kes di bin kavilan de man û tîmên rizgarkirinê heta niha cenazeyên 12 kesan derxistine.
Navenda Nûçeyan – Li Xezayê, avahiyên zirardîtî yên ku dîwarên wan hemû derizandî ne; ji bo malbatên ku di dema şer de bêmal mane bûne stargehên demkî. Her ku wêranî berdewam dike û koçberî berfireh dibe, bi hezaran malbat tevî nebûna ewlehiyê ji neçarî li van avahiyên wêranbûyî bi cih dibin.
Avahiyên wêranbûyî bûne stargehên demkî
Avahiyek hilweşiyayî ya li rojavayê bajarê Xezayê ku deh malbatên koçber tê de dijiyan îro hilweşiya. Avahiya ku ji ber bombebaranê ji bingehê ve zirar dîtibû, çend qat hilweşiyabûn û tenê çar qatên wê li ser piyan mabûn, tevî hişyariyên endezyaran jî malbatên koçber ji ber nebûna cih û lêçûna bilind a xaniyan li wir jiyana xwe didomandin.
Operasyona rizgarkirinê bi astengiyan re rûbirû ye
Piştî hilweşînê, li herêmê komeke mezin a blokên ji beton çêbû. Tîmên parastina sivîl û ambulansan operasyona lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirin da ku kesên di bin kavilan de asê mane derxin lê belê ji ber stûrbûna qatên betonê û nebûna alavên giran bi dijwariyên giran re rûbirû man. Parastina Sivîl ragihand ku 12 cenaze hatine derxistin, di nav de pênc zarok hebûne û bi qasî 12 kes jî birîndar bûne. Tê texmînkirin ku nêzî 100 kes di bin kavilan de winda ne.
Berdevkê Parastina Sivîl bang li civaka navneteweyî kir ku alavên pêwîst ji bo rizgarkirina windayan peyda bikin û hişyarî da ku nêzî 2 hezar avahî li Zîvala Xezayê di xetera hilweşînê de ne.
Bangewaziya ji bo civaka navneteweyî û deriyên sînor
Her wiha Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê tevahî berpirsyariya bûyerê xist stûyê hêzên Îsraîlê û civaka navneteweyî, hişyarî da ku rewşa mirovî ya zêdetirî 2.4 milyon mirovên li Xezayê roj bi roj xirabtir dibe.
Ofîsê xwest demildest bendên derbasbûnê werin vekirin û alavên rizgarkirin û alîkariyê bikevin Xezayê. Her wiha diyar kir ku zêdetirî 8 hezar û 500 kes hê jî di bin kavilan de li bajarên Zîvala Xezayê winda ne û bi hezaran avahiyên zirardardîtî li bajar hane.