Li Xezayê 931 pitik hatin qetilkirin
Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha li ser Xezayê didomin de 931 pitikan jiyana xwe ji dest dan.

Xeza – Êrîşên Îsraîl li dijî Xezayê bênavber didomin. Di êrîşan de jin û zarok tên hedefgirtin, Filistîniyên ku li herêman di bin konan de dimînin, ji pêdiviyên bingehîn bêpar in.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha didomin de, hejmara Filistîniyên ku jiyana xwe ji dest dane bû 54 hezar û hejmara birîndaran jî 123 hezaran derbas kir.
Di êrîşên Îsraîlê ku bi awayekî sîstematîk sivîlan dike hedef de, zêdeyî 18 hezar zarokan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku di van êrîşan de ji kesên jiyana xwe ji dest dane, 931 ji wan pitik in.